NBC News: Heke agirbest xera bibe dê navê operasyonê bê guhertin

1 demjimêr berê
Nîşan Amerîka Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) difikire ku eger agirbest têk biçe navê "operasyona" leşkerî ya li dijî Îranê bike "Çakûç."

Li gorî nûçeya kanala NBC Newsê ya Amerîkayê ya ku xwe spartiye rayedarên Amerîkayî, eger êrişên li ser Îranê ji nû ve dest pê bikin Pentagon difikire ku navekî nû bide operasyonê.

Dixwazin pêvajoya Kongreyê derbas bikin

Li gorî nûçeyê, rayedarên parastinê yên Amerîkayê ji bo ku nekevin ber pêvajoya 60 rojî ya agahdarkirina Kongreyê, difikirin ku navê operasyona "Xezeba Destanî" (Epic Fury) bikin "Çakûç" (Sledgehammer).

Eger ev yek pêk were, artêşa Amerîkayê dê "operasyonên" xwe yên leşkerî yên li ser Îranê bi awayekî fermî bi navê "Operasyona Çakûç" bi nav bike.

Daxuyaniya Trump û amadehiyên artêşê

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku "agirbest di rewşa xwe ya herî lawaz de ye."

Piştî vê daxuyaniyê angaşta guhertina navê operasyonê ket rojevê.

Ev yek jî wisa hat nirxandin ku artêşa Amerîkayê xwe ji bo îhtimala domandina êrişên li ser Îranê amade dike.

Qanûnên Amerîkayê çi dibêjin?

Operasyona Xezeba Destanî bi fermana Trump 28ê Sibata 2026an dest pê kiribû.

Îdareya Amerîkayê destpêka meha gulanê bi awayekî fermî Kongre agahdar kiribû û diyar kiribû ku "operasyon bi dawî bûye."

Li gorî yasayên Amerîkayê, piştî ku îdare dest bi çalakiyeke leşkerî ya li dijî welatekî biyanî dike divê piştî 60 rojî Kongreyê agahdar bike.

Eger operasyon bidome jî divê erêkirina Kongreyê bistîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst