Hewlêr (Rûdaw) - Ghislaine Maxwella hevkara sereke ya Jeffrey Epstein ragihand ku ew amade ye her tiştî eşkere bike lê heke Serokê Amerîkayê Donald Trump efûyê jê re derxe.
Maxwella 64 salî ya ku niha ji ber “bazirganiya seksê” cezayê 20 salan ê zîndanê dikişîne, ji aliyê Komîteya Çavdêriyê ya Encumena Nûneran ve ji bo lêpirsîna li ser pêwendiyên wê yên bi Epstein re hatibû vexwendin.
Lê li şûna bersivdayînê, wê mafê "Guhertoka Pêncemîn" a destûrê bi kar anî da ku li dijî xwe şahidiyê neke û bersiva ti pirsê neda.
Serokê Komîteya Çavdêriyê James Comer bêhêvîbûna xwe ya ji helwesta Maxwellê nîşan da û ji rojnamegeran re got:
"Wekî ku dihat pêşbînîkirin, Maxwellê bêdengî hilbijart. Gelek pirsên me li ser wan tawanan hebûn ku wê û Epstein û hevkarên wan kiribûn."
Lihevkirin li hemberî azadiyê
Parêzerê Maxwellê David Markus di daxuyaniyekê de rêyeke din xiste ber Kongreyê û got:
"Eger ev komîte û gelê Amerîkayê bi rastî dixwazin rastiyên rasterast bibihîzin, wê demê rêyeke zelal heye: Xanim Maxwell amade ye ku bi rastî û bi temamî biaxive lê bi şertê ku ji aliyê Serok Trump ve efû jê re were derxistin."
Parêzerê Maxwellê her wiha got, Donald Trump û serokê berê yê Amerîkayê Bill Clinton (berê dostaniya wan bi Epstein re hebû), "ji her karê şaş bê tawan in" û tenê Maxwell dikare sedema wê yekê zelal bike.
Stratejiyeke ji bo rizgariyê
Endamê Demokrat ê komîteyê Suhas Subramanyamê ku beşdarî lêpirsîna girtî bûbû, Maxwell wekî keseke ku "hest bi poşmaniyê nake" bi nav kir û got ku ew wekî "robotekê" tevdigere.
Subramanyam got, "Ev hemû stratejiyek e ji bo ku efûyê ji Serok Trump wergire."
Wezareta Dadê ya Amerîkayê bi milyonan belge, wêne û vîdeoyên veşartî yên têkildarî lêkolînên Epstein belav kirin û ev bûn sedema qeyraneke civakî.
Komîteyê Bill Clinton û Hillary Clinton jî ji bo şahidiyê vexwendine.
Donald Trumpê ku berê hevalekî nêzîk ê Epstein bû, heta niha ji aliyê vê komîteya Kongreyê ya ku Komarî serkêşiya wê dikin ve nehatiye vexwendin.
Maxwell tekane kes e ku heta niha di doza Epstein de bi awayekî yasayî hatiye cezakirin.
Jeffrey Epstein bi xwe sala 2019an dema li benda dadgehkirinê bû li zîndaneke New Yorkê mir û mirina wî wekî “xwekuştinê” hat tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse