DEM Partî: Gelê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ji bîr nake

2 demjimêr berê
Nîşan Mehmed Emîn Bozarslan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ji ber wefata Mehmed Emîn Bozarslan peyameke sersaxiyê weşand.

Nivîskar, zimanzan û alimê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan doh li Swêdê koça dawî kir.

DEM Partiyê bi rêya hesabê xwe yê Xê ev peyam belav kir:

“Çinarê edebiyata Kurdî Mehmet Emîn Bozarslan koça dawî kir.

Gelê Kurd wî jî û keda wî ya mezin ji bo zimanê Kurdî jî ji bîr nake.

Serê me û gelê me sax be.”

Mehmed Emîn Bozarslan

Mehmed Emîn Bozarslan, sala 1935an li navçeya Licê ya Amedê ji dayîk bûye.

Piştî xwendina xwe temam kiriye dest bi meletiyê kiriye.

Pişt re li wê herema ku ji dayîk bûye, dest bi miftîtiyê kiriye.

Li ser doza Kurdan û Kurdistanê bi Tirkî gelek berhem nivîsandine.

Pirtûka ewil a Bozarslan a bi Kurdî, “Alfabe” ye.

Alfabe sala 1968an li Stenbolê hatiye çapkirin.

Ev pirtûk her wiha, yekemîn pirtûka alfabeyê ye ku bi tîpên Latînî li Tirkiyeyê hatiye çapkirin.

Bozarslan ji bilî Alfabeyê, Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî wergerandibû Tirkî û ev pirtûk jî, sala 1968an li gel Kurdiya wê ya orîjînal, li Stenbolê ji aliyê Weşanên Hasatê ve hatibû çapkirin.

Her du xebatên Bozarslan, ji hêla dozgerên Amed û Stenbolê ve tavilê hatin komkirin û Bozarslan hat girtin.

Ew bi îdiaya “xebata ji bo parçekirina Komara Tirkiyeyê û sazkirina dewleteke Kurdan” dihat tohmetbarkirin.

Dozgerê Amedê sala 1979an Alfabe û Mem û Zîna ku Bozarslan wergerandibû Tirkî, wekî “du dînamîtên ku Bozarslan xwestiye têxe binê siyaseta Komara Tirkiyeyê” bi nav kiribûn.

Doza Alfabeyê heta sala 1974an berdewam kir.

Bozarslan piştî girtin û dozan sala 1979an derket derveyî welêt, li Swêdê bi cih bû û xebatên xwe li wir domandin.

Di nava xebatên DDKOyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyeyê (PDK-T) de cih girt.

Li ser rastnivîsîn û ferhengnivîsîna Kurdî bi bi dehan berhem nivîsandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst