Moskow (Rûdaw) - Li meydana sereke ya Rûsyayê, li Meydana Sor rêûresmeke mezin ji bo Roja Serkeftinê hat lidarxistin.
Ev rûêresm, bûyera navendî ya tevaya çalakiyên pîrozbahiyê ye ku ji bo serkeftina gelê Sovyetê ya di Şerê Niştîmanî yê Mezin de hatine terxankirin.
80 saliya Serkeftina Artêşa Sor a di Şerê Mezin ê Niştîmaniyê de li seranserê Rûsyayê bi berfirehî tê pîrozkirin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, di gotara xwe ya pîrozbahî de dibêje, Rûsya dersên Şerê Cîhanê yê Duyemîn ti carî ji bîr neke.
"Dersên Şerê Cîhanê yê Duyemîn di bîra me de ne"
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got:
"Dersên Şerê Cîhanê yê Duyemîn di bîra me de ne û em dê tu carî bi tahrîfkirina bûyerên wê, bi hewildanên rewakirina celadan û reşkirina serketîyên rastîn razî nebin.
Erka me, parastina rûmet û heysiyeta leşker û fermandarên Artêşa Sor e. Bijî gelê Serfiraz! Cejna we Pîroz be! Roja Serkeftina Mezin Pîroz be!"
Di rêûresma leşkerî de 11 hezar 500 leşkerên artêşa Rûsyayê û personelên leşkerî yên welatên dost û leşkerên operasyona leşkerî ya taybet li Ukraynayê beşdar dikin.
"Ev cejn bi saya firmêskên mezin ketiye destê me"
Xaziyê Şerê Cîhanê yê Duyemîn Genndaîy Balaşov
"Ev cejn, bi saya firmêskên mezin bi saya karesatên mezin ketiye destê me.
Îro, şervanên me di Operasyona Leşkerî ya Taybet de parastina welatê me dikin.
Ez li ber wan bejna xwe ditewînim û serkeftinê ji wan re dixwazim."
Şahida Şerê Cîhanê yê Duyemîn Velentîna Melnîkovayê wiha got:
"Bila kes bela xwe bi Rûsyayê nede"
"Bi nêrîna min, mêvanên me yên biyanî dê têbigihêjin ku Rûsya, her çi be jî, welatê zilhêz e û xwedî potensiyaleke bi qudret e. Bila kes bela xwe bi Rûsyayê nede."
Teknîkên leşkerî yên ku îro di eniya şerê li Ukraynayê têne bikaranîn ji Meydana Sor re derbas dibin.
Mûşekên sîstemên Yars; mûşekên Tornado, sîstemên agiravêj Tosochka, tank û wesayîtên nûjen, her wiha cara yekem, karwaneke ji pergalên balafirên bêmirov û wekî her car balafirên şer.
"Heta 1945an me li wan kampan koletî kir"
Nîna Grîgoryevnaya ku di dema şer de bi malbata xwe re dîl ketibû destê Naziyan wiha behsa wan rojan dike:
"Dema şer destpê kir, ez 4 salî bûm. Almanan em birin kampên civandinê, dayika min û em çar zarok.
Ta sala 1945an li wan kampan me koletî kir. Piştî şer, em vegerandin Rûsyayê, Yekîtiya Sovyetê."
Xaziyê Şerê Cîhanê yê Duyemîn Aleksey Obraztsov kêfxweşiya xwe ya wiha anî ziman:
"Ez gelekî bextewer im ku neviyên min ku hejmara wan 18 kes in, li dewleteke wekî Rûsya, wekî Federasyona Rûsyayê dijîn."
Li gel Vladimir Putin, serokên zêdetirî 20 welatî beşdarî pîrozbahiyê dibin.
Mêvanê sereke yê rêûresmê jî Serokê Komara Gel a Çînê Xi Jinping e.
Ev rêûresm, ji aliyê çavdêran ve, êdî wekî serkeftina şexsî ya Vladimir Putin hat pênasekirin yê ku Rojava dixwest tecrîd bike.
Roja Serkeftinê
Di salvegera "Roja Serkeftinê" ya Rûsyayê de Vladimir Putin ragihand ku tevahiya Rûsyayê piştgiriya dide şerê Ukraynayê.
9ê Gulanê her sal wekî "Serkeftina Rûsyayê ya li dijî Almanyaya Nazî di Şerê Cîhanê yê Duyem" tê pîrozkirin.
9ê Gulanê serkirdeyên cîhanê li Qada Sor a Moskovê dicivin û temaşeya manoreke leşkerî ya taybet a Rûsyayê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse