Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Daîreya Amaran a Almanyaya Federal (Destatis), sala 2024an rêjeya welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên bûne welatiyê Almanyayê ji sedî 110 zêde bûye û gihiştiye 22 hezar û 525 kesan.
Daîreya Amaran a Almanyaya Federal (Destatis) amarên welatiyên biyanî yên ku mafê welatîbûna Almanyayê wergirtine eşkere kirin.
Li gorî amaran sala 2024an 291 hezar û 955 welatiyên welatên din mafê welatîbûna Almanyayê wergirtine.
Rêjeya kesên mafê welatîbûna Almanyayê wergirtine li gorî sala 2023yan ji sedî 46 zêde bûye.
Sala 2024an hejmara welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ku bûne welatiyên Almanyayê bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Sala 2023yan 10 hezar û 735 welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûbûn welatiyên Almanyayê lê sala 2024an ev hejmar ji sedî 110 zêde bû û gihîşte 22 hezar û 525 kesan.
Di nava van kesan de hejmareke zêde ya Kurdên Bakurê Kurdistanê jî hene.
Di wergirtina welatîbûna Almanyayê de bi 83 hezar û 150 kesan welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di rêza yekemîn de ne.
Piştî Sûriyeyê bi 22 hezar û 525 kesan welatiyên Tirkiyeyê di rêza duyem û bi 13 hezar û 545 kesan welatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê di rêza sêyem û bi 12 hezar û 980 kesan welatiyên Rûsyayê di rêza çarem de ne.
Ji ber yasaya nû ya welatîbûnê ku welatîbûna du welatan qebûl dike hejmara welatiyên biyanî yên welatîbûna Almanyayê wergirtine zêde bûye.
Welatiyên Tirkiyeyê kêm zêde di 23 sal û mehekê de mafê welatîbûnê wergirtine û welatiyên Sûriyeyê di 7 salan de mafê welatîbûnê wergirtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse