Hewlêr (Rûdaw) - Xwenîşanderên Nepalê rehmê li ti berpirs û avahiyên hikûmetê nekir û li Katmanduya paytext ofîsa serokwezîr û hejmarek avahiyên din ên wezaretan şewitandin.
Xwenîşandanan roja duşemê dest pê kir û di nava 2 rojan de tiştekî bi navê hikûmetê nema.
Xwenîşandan ji bo girtiyan bû derfeteke zêrîn.
Polîsê Nepalê da zanîn ku ji roja duşemê ve zêdetirî 15 hezar girtî reviyane.
Şirovekar Binaj Gurubacharya li ser rewşê got:
"Ji roja sêşemê ve artêş ketiye tevgerê û îro jî berdewam kir.
Wan beşeke Katmanduyê ji nû ve xist bin kontrola xwe ku ji roja duşemê ve xwenîşandan û alozî lê hebûn.
Xwenîşandan ên ciwanan bûn ku li dijî plana hikûmetê ya ji bo qedexekirina torên civakî bû."
Li gorî berpirsên tenduristiyê yên Nepalê 22 xwenîşander hatine kuştin û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûne.
Xwenîşanderan doh hikûmet neçarî îstifayê kir lê serokê welêt hîn li qesrê ye û biryar e îro an sibe li ser paşeroja welêt bi nûnerên xwenîşanderan re bicive.
Fermandarê malnişîn Dev Kumar Khatiwada li ser bûyeran anî ziman:
"Tiştê ku rû da encama gendeliyeke mezin a di nava hikûmetê de bû.
Serkirdeyên bê berpirs torên civakî qedexe dikirin da ku gendeliyên xwe veşêrin.
Tiştê ku rû da encama hêrsa xelkê bû ji ber ku serkirdeyan tovê xirabiyê çandibû."
Hemû Nepalî ne bi vê rewşa ku rû daye re ne.
Fermandarê hikûmeta Nepalê Jaganath Bujel da zanîn:
"Derbarê bûyerên doh, ez bawer im zêdegavî heye û pêwîst e hemû alî bixebitin ku rewş aram bibe.
Ziyaneke mezin gihîştiye avahiyên hikûmetê û ev tiştekî ne baş e."
Ji sala 2008an ve ku sîstema paşatiyê li Nepalê bi dawî bû, rewşa siyasî ne aram e.
Di 17 salên dawî de, 13 kabîne li wî welatî hatine avakirin û çarenivîsa wan îstifa û rûxan bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse