Polonya: Îsal ji 10 hezar koçberan 3 hezarî mafê penaberiyê wergirtiye

10-10-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Polonya Koçber Qaçax Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Biyaniyan a Polonyayê ji Rûdawê re ragihand ku ji destpêka îsal ve 10 hezar û 300 biyaniyan daxwaza penaberiyê kiriye û 3 hezar biyaniyan biryareke “erênî” ya penaberiyê wergirtiye.

Her wiha 4 hezar daxwazên din ên penaberiyê yan “hatine redkirin” yan jî “hatine betalkirin”.

Berdevkê Dezgeha Biyaniyan a li Warşovaya paytexta Polonyayê Jakub Dudziak, amarên koçberan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandin.

Her çi qas Dezgeha Biyaniyan a Polonyayê hinek pirsên hûr ên derbarê koçberiya neyasayî û encamên kontrolkirina sînoran de bersiv nedan jî, wê amarên herî nû yên daxwazên penaberiyê eşkere kirin.

Polonya nêzîkî 16 hezar nobedarên sînorî li dijî koçberiya neyasayî li ser sînorên xwe bi cih dike

Ji bo kêmkirina koçberên neyasayî, hikûmeta Polonyayê ji Tîrmehê ve dest bi bicihanîna hejmarek rêkaran kir.

Di nav wan de dest bi kontrolkirina sînorên xwe yên li gel Almanya, Belarûs û Lîtvanyayê kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Polonyayê 1ê mehê li ser platforma Xê da zanîn ku kontrolkirina sînorên Polonya û Almanyayê heta 4ê Nîsana 2026an hatiye dirêjkirin.

“Em dê kesên ku koçberan bi qaçaxî tînin desteser bikin”

Wezîrê Karên Navxwe yê Polonyayê Marcin Kierwinski li ser Xê ragihand:

"Em dê kontrolan dirêj bikin da ku rêya koçberiyê ya ku ji welatên Baltîk ber bi rojavayê Ewropayê ve diçe kontrol bikin.

Em dê wan kesên ku hewl didin koçberan bi qaçaxî bînin Rojava desteser bikin.”

Marcin Kierwinski 2yê Tebaxê di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku Nobedarên Sînorî yên Polonyayê nêzîkî 16 hezar karmend li sînorên xwe bi cih kirine û biryar e hejmara wan bi 2 hezar û 500 nobedarên din bê zêdekirin.

Kierwinski di wê çarçoveyê de da zanîn ku ew plan dikin ku ew dê bi awayekî tund kontrolkirina sînorên rojhilatê welatê xwe bidomînin da ku koçberiya neyasayî kêm bikin.

Kierwinski wê demê li ser sînorên Polonya, Belarûs û Ukraynayê gotibû:

“Li vir li sînorê rojhilat şerekî rasteqîn li dijî koçberiya neyasayî rû dide.”

Li gorî gotina wî, heta wê demê ji bo “bihêzkirina” binesaziya sînorên di navbera welatê wî û Belarûsê de 140 milyon euro hatiye xerckirin.

Kierwinski da zanîn ku ew binesaziya sînorî ji sîstemên çavdêriyê yên elektronîk û bergiriyên teknîkî pêk tê.

Li gorî agahiyan, berbesta elektronîk a li ser Çemê Bugê yê li ser sînorên Polonya û Belarûsê, hatiye damezrandin “hewlên derbasbûna sînorî yên neyasayî rasterast tomar dike.”

Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî Polonya dibêjin ku desthilatdariya Belarûsê rê li ber koçberên neyasayî xweş dike da ku berê xwe bidin welatên Ewropayê.

Li gorî gotina Ewropayê, ev tolhildana Belarûsê ya li hemberî wan e, ji ber ku wan Serokê wî welatî Aleksandr Lukashenko wekî dîktator bi nav kiriye û ceza bi ser de sepandine.

Destpêka sala 2021ê Belarûsê ji bo dayîna vîzeyê ji bo welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê hêsankarî kir.

Di encamê de pêleke koçberên Kurd ên Herêma Kurdistanê xwe gihand Belarûsê û ji wê derê bi alîkariya qaçaxçiyan hewl da derbasî Polonyayê bibin da ku xwe bigihînin Almanya, Brîtanya û welatên din.

Lê rêya qaçax di nav daristanên Polonyayê re derbas dibe û ji bo piraniya koçberan gelekî dijwar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst