WHO: Li Sûdanê xwînrijandinê rawestînin

10-11-2025
Nîşan WHO Sûdan Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus bang kir ku li Sûdanê rijandina xwînê were rawestandin.

Li Sûdanê ji ber şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de xwîn dirije.

Ghebreyesus li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir.

Ghebreyesus diyar kir ku ew ji ber kuştina doktor Adam Îbrahîm Îsmaîl a li bajarê Faşirê yê Sûdanê xemgîn in û got:

"WHO şîna Dr. Îsmaîl digire û daxwaza bidawîanîna tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê dike.

Divê li Sûdanê xwînrijandin bi dawî bibe."

Ghebreyesus destnîşan kir ku “aştî dermanê herî baş e.”

Doktor Îsmaîlê ku hatiye kuştin li Nexweşxaneya Siûdiyê ya li bajarê Faşirê dixebitî.

Şerê li Sûdanê

Sûdan ji 15ê Nîsana 2023yan û bi vir ve şahidê şer û pevçûnên dijwar ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşê ye.

Faşira ku bajarê herî mezin ê herêma Darfûrê ya li rojavayê welêt e, piştî şer û pevçûnên dijwar bi piranî kete bin kontrola HDKyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst