Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku cezayên yasaya Sezar ên li dijî Sûriyeyê hatine ragirtin.
Amerîkayê ev daxuyanî dema ku Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bû da.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku cezayên yasaya Sezar ên li ser Sûriyeyê hatine ragirtin.
Ev ceza ji bo cezakirina birêvebiriya Beşar Esed hatibûn sepandin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, "Cezayên Sezar ên li ser Sûriyeyê, ji bilî dan û standinên girêdayî Rûsya û Îranê hatine ragirtin."
Ehmed Şer berî ku bi Trump re bicive, li Amerîkayê bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Nûneran Brian Mast re hevdîtinek pêk anî.
Serokê Komîteyê yê Komarî Brian Mast, bi Şer re li avahiya Kongreyê civiya.
Divê were gotin ku Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Nûneran di rakirina cezayên li ser Sûriyeyê de xwedî roleke girîng e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse