Amerîkayê dest bi sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê kir

23-05-2025
Nîşan Amerîka Sûriye Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê biryara sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê derxist.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku ev biryar rê dide ku sektora taybet li Sûriyeyê hilberînê bike.

Li gorî daxuyaniyê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Cezayên Sezar jî rakirin.

Wezareta Xezîneyê destnîşan kir ku ev biryar "rêxistinên terorîst, kesên li dijî mafên mirovan, endamên rejîma Esed û sûcdarên şer" li xwe nagire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di geşta xwe ya Kendavê de li Erebistana Siûdî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya bû û biryara rakirina cezayên li ser Sûriyeyê dabû.

Piştî vê yekê Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi armanca alîkariya vejîna aborî ya Sûriyeyê biryar da ku ambargoyên aborî yên li ser Sûriyeyê rake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst