Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna îro ya Hikûmeta Almanyayê de, biryar hat dayîn ku erka artêşa wî welatî ya li Herêma Kurdistan û Îraqê were dirêjkirin.
Îro di civîna kabîneya Hikûmeta Almanyayê de biryar li ser dirêjkirina mana leşker û şêwirmendên artêşa wî welatî ya li Herêma Kurdistan û Îraqê hat dayîn.
Berdevkekî Wezareta Parastinê ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand, “Erka artêşê heta 31ê Kanûna Paşîn a 2027an tê dirêjkirin û ti guherîn di hejmara leşker û şêwirmendan û erka wan de nayê kirin."
Ev biryara Hikûmeta Almanyayê, pêwîstî bi pesendkirina Parlamentoya Federal heye.
Almanya ji sala 2014an ve di nava Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) de cih digire.
Di şerê li dijî DAIŞê û şandina çek û cebilxaneyan a ji bo hêzên Pêşmergeyan de roleke girîng a Almanyayê hebû.
Li aliyê din, artêşa Almanyayê di çarçoveya erkê xwe yê NATOyê de, ji sala 2020an ve balafirên radar û çavdêriyê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan û Îraqê dike.
Her wiha Almanya di warê çavdêriya asmanî û komkirina zanyariyan de alîkariyê dide hêzên Îraqê û Pêşmergeyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse