Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê hewl dide alîkariyên ji bo Îraqê bi şertê 'têkoşîna li dijî milîsên alîgirên Îranê' ve girê bide.
Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson diyar kir ku kongre bi hukmên nû yên di pêşnûmeqanûna parastinê ya welêt de "amade ye piştgiriyê bide" Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Ev hukm, alîkariya darayî ya Washingtonê ya ji bo Îraqê, bi şertê ku Bexda gavên ji bo kêmkirina şiyanên "milîsên alîgirên Îranê" biavêje ve girê didin.
Wilson di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de got:
"Kongre bi hukmên nû yên di Yasaya Desthilatdayîna Parastina Neteweyî (NDAA) de amade ye piştgiriyê bide Serok Trump.
Bi van hukman re, alîkariyên ku dê ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê bên kirin -di dîrokê de cara ewil- bi şertê ku Îraq ji bo rawestandina piştgiriya xwe ya ji bo milîsên alîgirên Îranê gavên berbiçav biavêje ve tê girêdan."
Pêşnûmeya NDAAyê pêşbînî dike ku heta Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji Kongreyê re piştrast neke ku hikûmeta Bexdayê "ji bo kêmkirina kapasîteya operasyonel a milîsên alîgirên Îranê gavên bawerbar avêtine", herî zêde ji sedî 75ê fonên ku ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatine veqetandin dikarin werin xercirin.
Li gorî pêşnûmeyê, divê ev gav têkbirina wan milîsên ku di nava hêzên ewlehiyê de nehatine entegrekirin bi rêya "pêvajoyeke bêçekkirin, terhîskirin û tevlîkirina civakê ya ku bi awayekî eşkere tê piştrastkirin" li xwe bigire.
"Dem hatiye ku Îraq ji Îranê were rizgarkirin"
Wilson her wiha got, "Ez serkêşiya Serok Trump û Nûnerê Taybet ê Îraqê Mark Savaya teqdîr dikim ku ragihandiye ew dixwaze 'Îraqê Ducare Mezin Bike'.
Savaya bi zelalî ji Îraqê re diyar kir ku êdî tolerans ji bo asayîdîtina piştgiriya ji bo milîsên alîgirên Îranê nayê nîşandan."
Nûnerê Komarî Wilson tekez kir, "Dem hatiye ku Îraq ji Îranê were rizgarkirin."
Trump: Îraq rûbirûyê zordariya Îranê dibe
Ev daxuyaniyên Wilson piştî wê yekê hatin ku Trump hefteya borî ji Rûdawê re gotibû Îraq ji aliyê Îranê ve "rûbirûyî zextan dibe."
Serokê Amerîkayê gotibû, "Îran di warê faktora tirsê de gelek gavan paş ve çû. Berê belakirên Rojhilata Navîn bûn lê êdî bi rastî ne belakirên Rojhilata Navîn in" û wiha pê de çûbû:
"Li gorî dema beriya ku me kapasîteya nukleerî ya Îranê ji holê rakiribe, Îraq li hemberî me di helwesteke gelekî cuda de ye."
Li aliyê din Savaya dawiya meha Mijdarê ji Rûdawê re gotibû, "Dê li Îraqê guherînên mezin çêbibin" û axivîbû, "Her kes dê ne gotinan, icraatan bibîne."
Savayayê bi eslê xwe Keldanî û Îraqî ku dawiya meha Çiriya Pêşîn wekî nûnerê taybet hat tayînkirin, wekî parêzvanê xurt ê Îraqeke "ji milîsên bi piştgiriya biyanî paqijkirî" derdikeve pêş.
Savaya di daxuyaniya destbikarkirinê de gotibû ku rêveberiya Amerîkayê "bi zelalî diyar kiriye ku cihê komên çekdar ên li derveyî otorîteya dewletê tevdigerin nîne" û wiha pê de çûbû:
"Aramî û refaha Îraqê girêdayî hêzên ewlehiyê yên yekbûyî ye ku di bin fermana hikûmeteke yekgirtî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de ne."
Piştî êrişa ducarî ya dronan a li ser qada gazê ya stratejîk a Kor Morê ya li rojhilatê Silêmaniyê ku dawiya meha Mijdarê pêk hat, Savaya "komên çekdar ên ku bi awayekî neyasayî tevdigerin û bi ajandayên biyanî yên dijminane tevdigerin" tohmetbar kiribû.
Savaya gotibû, "Bila ev yek bi zelalî were zanîn, di Îraqeke xwedî serweriya tam de cihê komên çekdar ên bi vî rengî nîne."
Gefa milîsan a li dijî Savaya
Serokê koma çekdar a Şîe ya bibandor a alîgirê Îranê Tevgera Nucebayê Ekrem El-Keabî jî hefteya borî bi gotinan êrişî Savaya kiribû û ew bi "xiyaneta" li welatê bav û kalên xwe û destwerdana "bêbextane" ya li karûbarên navxweyî yên Îraqê tohmetbar kiribû.
El-Keabî her wiha gefa bêdengkirina Savaya xwaribû.
Tevgera Nucebayê, li gel du komên din ên çekdar ên alîgirên Îranê Ketaîb Hizbulah û Ketaîb Seyîd El Şuheda, wekî yek ji stûnên sereke yên rêxistina sîwanî ya Berxwedana Îslamî ya li Îraqê (IRI) tê qebûlkirin.
Berxwedana Îslamî ya li Îraqê her wiha komên çekdar ên Esaîb Ehl El Heq û Ketaîb El Îmam Elî jî di nava xwe de dihewîne.
IRIya ku piştî derketina Şerê Xezeyê yê Çiriya Pêşîn a 2023yan derket holê, ji wê dîrokê ve gelek êrişên mûşekî û dronî yên li dijî Îsraîlê li xwe girtin.
Rêxistin, bi "Eniya Berxwedanê" ya bi serkêşiya Îranê û komên çekdar ên ku berê bi êrişên li dijî hebûna Amerîkayê ya li herêmê re têkildar bûn re di nav têkiliyeke nêzîk de ye.
Wilson: Îran Îraqê kontrol dike
Wilson di daxuyaniya xwe ya îro de îdia kir ku Îraq dikeve bin "kontrola tam" a Tehranê û angaşt kir ku Îran hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Îraqê "bi rê ve dibe", di nav de rêxistinên wekî Ketaîb Hizbulah, Esaîb Ehl El Heq û Ketaîb El Îmam Elî ku wekî "Terorîstên Cîhanî yên bi Taybetî Hatine Diyarkirin" (SDGT) tên naskirin.
Endamê Kongreyê yê Komarî her wiha Rêxistina Bedrê ya bi serkêşiya Hadî Amîrî ku wekî hevpeymana herî kevn a Îranê ya li Îraqê tê qebûlkirin jî kir armanc û îdia kir ku vê rêxistinê polîsên Îraqê "bi temamî bi dest xistiye".
Balkêş e ku pêşnûmeya NDAAyê her cure alîkariya ji bo Rêxistina Bedrê bi temamî qedexe dike.
Pêşnûmeya NDAAyê her wiha bang dike ku desthilata Serokwezîrê Îraqê wekî fermandarê giştî yê hêzên çekdar were xurtkirin û hesab ji komên çekdar ên alîgirên Îranê û hemû hêzên ewlehiyê yên li derveyî zincîra fermandariyê ya fermî tevdigerin were xwestin.
Di pêşnûmeyê de her wiha tê diyarkirin ku divê kesên tevlî êrişên li dijî personelên Amerîka an Îraqê an jî kiryarên din ên neyasayî an têkder bûne werin lêpirsînkirin.
Li aliyê din guherîna hatiye kirin, desthilatê dide Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ku eger qenaet pê bîne ku di "berjewendiya ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê" de ye, sînordarkirinên fonan heta 180 rojan rake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse