Amerîka: Divê mîlîs bên bêçekkirin û hilweşandin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Îraq Heşdî Şebî
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku divê milîsên Heşdî Şebiyê nekevin hikûmetê û bên hilweşandin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê pêkanîna hikûmeta Îraqê, hewldanên Mihemed Şiya Sûdanî yên ji bo organîzekirina civîna navbera Îran û Amerîkayê ya li Îraqê bersiv da pirsên Nûnerê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Amerîkayê ragihand ku derî ji bo guftûgoyê vekiriye eger encama wê hebe lê teqez kir ku nabe mîlîs di hikûmetê de bin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di bersiva xwe ya ji bo Rûdawê de got, "Nabe ku endamên wan mîlîsên ku Îran piştgiriya wan dike ti cihê wan di hikûmeta Îraqê de hebe, herî kêm ji ber wê yekê ku ew ji bo Îraqê yan ji bo gelê Îraqê kar nakin."

Wezareta Amerîkayê di bersivê de got, "Ew mîlîs serweriya Îraqê lawaz dikin, gef in li ser Amerîka û Îraqiyan û çavkaniyên Îraqê ji bo Îranê talan dikin."

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amaje bi helwesta Wezîrê Karên Derve Marco Rubio jî kir û got:

"Wekî ku Wezîr Rubio bi awayekî zelal ragihandiye, divê ew mîlîsên ku Îran piştgiriya wan dike werin bêçekkirin û hilweşandin."

“Komên çekdar divê ji hikûmetê bên dûrxistin”

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Washington dixwaze ew komên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin ji hikûmeta paşerojê ya Îraqê werin dûrxistin.

Ev yek di demekê de ye ku Bexda di nav hewldana pêkanîna kabîneyeke nû de ye di bin zexta dijwar a Amerîkayê de ji bo kêmkirina hegemonya Tehranê.

Washingtonê ji bo kêmkirina desthilata Tehranê û sînordarkirina rola komên çekdar zextên xwe yên li ser Bexdayê zêde kirine.

Rapor amaje bi wê yekê dikin ku Amerîka daxwaza hilweşandina hemû komên çekdar dike, heta ew aliyên ku bi awayekî fermî di çarçoveya dewletê de ne wekî Heşdî Şebî.

Çend baskên siyasî yên komên çekdar di hilbijartinên meha çiriya pêşîn de kursî standine, di nav de Fraksiyona Sadiqûn ku ser bi Esayîb Ehlî Heq ve ye û ji aliyê Amerîkayê ve wekî rêxistineke terorîst hatiye naskirin û 27 kursiyên parlamentoyê standine.

Her wiha endamê vê fraksiyonê Ednan Feyhan pêrê wekî Alîkarê Yekem ê Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin.

Berê, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Îraqê Fayîq Zîdan ragihandibû, çend komên wekî Esayîb û Ketayîb Îmam Elî û Ketayîb Seyîdulşuheda pabendbûna xwe nîşan daye ku çek tenê di destê dewletê de be.

Endamê Mekteba Siyasî ya Sadiqûn Sed Sedî ragihand, ev gav li ser rênîşandana merceiyeta olî ye û armanc jê xurtkirina baweriya bi Heşd û hêzên ewlehiyê ye.

Li aliyê din, berpirsekî bilind ê Ketayîb Seyîdulşuhedayê bêyî ku navê xwe bide ragihand, ti planeke wan nîne ji bo danîna çekan û ev mijar di nav wan de nehatiye bahskirin.

Ketayîb Hizbulah her wiha ku ji aliyê Amerîkayê ve wekî terorîst hatiye naskirin, bi awayekî eşkere fikra bêçekkirinê red kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji derbarê civîna bi Îranê re jî ji Rûdawê re got:

"Serok Trump amadebûna xwe nîşan daye ji bo dan û standinekê ku bibe sedema bidawîbûna pîtandina atomî ya Îranê, bidawîbûna bernameya wan a mûşekên balîstîk û bidawîbûna piştgiriya wan a ji bo komên terorîst ên wekîl.

Derî vekirî ye lê Îran dan û standinên niyet pak bi berdewamî red dike."

Beriya şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de, pênc gerên dan û standinên nukleerî di navbera Tehran û Washingtonê de hatin kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, piştî şer Amerîka rijd bûye li ser destpêkirina dan û standinan, ''lê ev rijdî bi şêwazeke şaş dihat kirin. Çimkî divê dan û standin li ser bingeha rêzgirtina beramber be, ne sepandina daxwazan.''

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvîneke de ragihand ku ji ber bombebarana Amerîkayê, ziyaneke berbiçav gihiştiye sê binkeyên nukleerî yên Fordo, Netenz û Isfehanê yên welatê wî. Amaje bi wê yekê jî kir ku ew dê dest ji pîtandina uranyumê û bikaranîna ''aştiyane'' ya wizeya nukleerî bernadin.

''Egera destpêkirina şer heye''

Ebas Eraqçî egera destpêkirina şerekî berfireh ê mîna Hezîrana 2025an a bi Îsraîl û Amerîkayê re red nake û got, ''Bê guman em wê egerê red nakin lê em bi temamî amade ne, heta ji cara berê amadetir in.

Amadebûna me nayê wateya pêşwazîkirina li şer, belkî armanc rêlibergirtina çêbûna şer e. Eger aliyê beramber bixwaze êriş bike, dê ducare têk biçe.''

Serokê Amerîkayê Donald Trump çend caran ragihandiye, eger Îran li dû nûjenkirina bingehên nukleerî û vegerandina şiyana pîtandina uranyumê be, dê ducare êrişî wê were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst