Biden ji welatiyên Amerîkayê xwest yekser ji Ukraynayê derkevin

11-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden daxwaz ji welatiyên Amerîkî kir, “demildest” ji Ukraynayê derkevin û dibêje, “egera wêya heye ku rewş bi awayekî bilez biguhere û şer derkeve.”

Joe Biden di çavpêketinekê de ligel medyaya welatê xwe behsa rewşa aloz a Ukraynayê dike û daxwaz ji welatiyên Amerîkî dike, demildest ji Ukraynayê derkevin. Biden dibêje, “pêwîst e her niha Amerîkî Ukraynayê terk bikin.”

Serokê Amerîkayê hişyariyê dide ku renge rewş li Ukraynayê ji kontrolê derkeve û diyar dike, “Em niha serederiyê li gel yek ji artêşên herî mezin li cîhanê dikin, rewş jî cuda ye û dibe ku rewş bi awayekî bilez biguhere.”

Serokê Amerîkayê tekez kir, eger Rûsya êrişî Ukraynayê bike, Amerîka di bin bandora ti rewşekê de hêzê naşîne wî welatî ji bo rizgarkirina welatiyên Amerîkayê û got, dema ku Amerîka û Rûsya dest bi teqekirinê li hev bikin, wê demê dê şerê cîhanî çê bibe.

Joe Biden da zanîn, Eger Amerîkî û Rûs teqe li hev bikin, weke wê ye ku şerê cîhanê destpê bike, çimku em niha di cîhanekê de dijîn ku ji berê cuda ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî daxwaz kiribû ku xelkê Amerîkayê serdana Ukraynayê nekin û yên li Ukrayne jî yekser derkevin.

Ev yek di demekê de ye ku wezîrê berevaniya Polendayê ragihand, balefirên F-15 yên Amerîka li bingeheke asmanî ya wî welatî bicih bûne, herweha hêzên zêdetir yê Amerîka û Brîtanya gihiştine wî welatî.

Pêştir Linda Thomas Greenfield, Nûnera Amerîkayê li Netewên Yekbûyî daxwaz ji Çînê kiribû ku derbarê Ukraynayê de Rûsan teşwîq bike daku bijardeya dirist hilbijêrin.

Nûnera Çînê jî bi tundî bersiva Nûnera Amerîkayê da û daxwaz jê kir, dawî li zêdetir alozkirina rewşê bihîne.

Daxwaza Biden di demekê de ye ku hewlên dîplomatîk ji bo rêgirtin ji şer li rojhilatê Ukraynayê berdewam in. Lê li aliyekî din Rûsya li ser şandina hêzên zêdetir bo ser sînorê xwe yê li gel Ukraynayê berdewam e û ew du roj in li gel Belarusyayê jî dest bi manovreke serbazî kiriye.

Welatên rojavayî dibêjin, Rûsya dixwaze Ukraynayê bi temamî dagîr bike, lê Rûsya wê yekê red dike û daxwaz ji NATO û Amerîkayê dike ku zêdetir ji wêya nêzîkî sînorê wê nebe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst