Holenda (Rûdaw) - Serkirdeya Partiya Sosyal Demokrat û Keskan a Holendayê Kati Piriyê ragihand ku pêşniyara wê ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li Parlamentoya Holendayê hatiye pejirandin.
Serkirdeya Partiya Sosyal Demokrat û Keskan a Holendayê Kati Piriyê ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser rewşa Kobaniyê û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku ew dikarin bi rêya alîkariyên darayî zextê li hikûmeta Sûriyeyê bikin.
Kati Piriyê wiha got, “Bi nêrîna min, ev gelekî girîng e ku nûner, ne tenê ji Rojava lê belê ji civakên Kurdan îro li Parlamentoya Holenda ne.
Ew behsa wan bûyeran dikin ku li navçeyê rû didin, behsa wan bûyeran dikin ku li Rojava rû didin. Ew behsa wan binpêkirinan dikin ku di çend hefteyên borî de li dijî mafên mirovan hatine kirin.
Ez dikarim we piştrast bikim ku li vir li parlamentoyê ku piraniya me tê de heye, pêşniyara min a ji bo piştgiriya Rojava û ji bo piştgiriya parastina hemûyan li Sûriyeyê hat pejirandin ku bê guman hemû kêmenetewe û Kurdan jî li xwe digire."
"Em dê li gel Wezîrê Karên Derve bicivin"
Kati Piriyê da zanîn ku hefteya bê ew dê careke din bi Wezîrê Karên Derve re gotûbêjan bikin û wiha domand:
“Hefteya borî, pêşniyara me hat pejirandin ku bi awayekî zelal ji hikûmetê dixwaze ku kar bike û bi desthilata Sûriyeyê re di pêwendiyê de be ji bo parastina mafên Kurdan.
Hefteya bê jî em dê bibînin ka wan ji bo wan daxwazan di civînên xwe yên li Bruksel û welatên din de çi kirine.
Em dê bibînin ka wezîrê me ew karên ku ji aliyê parlamentoyê ve ji wî hatine xwestin kirine yan na, di nav wan de piştgiriya parastina mafên mirovan û azadiyê ji bo hemûyan."
"Dîmenên ji Kobaniyê tên cihê dilgiraniyê ne"
Kati Piriyê li ser rewşa Kobaniyê jî wiha got:
"Wekî ku we di çend hefteyên borî de li vê parlamentoyê dît, dilgiraniyên me yên cidî derbarê wan bûyerên ku li Sûriye û Rojava rû didin de hebûn.
Ew dîmenên ku ji Kobaniyê digihîjin me, cihê dilgiraniyeke mezin in. Em hêvîdar in ku karên me yên li vir bibin sedema baştirkirina rewşa li wê derê."
"Dikarin bi alîkariya darayî zextê li Sûriyeyê bikin"
Serkirdeya Partiya Sosyal Demokrat û Keskan a Holendayê li ser zextên ku Yekîtiya Ewropayê jî bike got:
"Bi nêrîna min, yek ji wan tiştên pêwîst ew e ku tu bibînî şiyana te çi ye. Yek ji wan tiştên ku desthilata me li ser heye, alîkariya darayî ye.
Ev yek ji wan rêyan e ku Yekîtiya Ewropayê dikare bi kar bîne ji bo zextê li hikûmeta Sûriyeyê bike da ku rêzê li mafên hemû kesên ku li Sûriyeyê dijîn bigire. Ev tişta herî berçav e ku dikare bê kirin."
"Pêwîst e rojnameger biçin wî welatî"
Kati Piriyê herî dawî jî got, “Pêwîst e Xaça Sor a Navneteweyî, çavdêrên mafên mirovan û rojnameger karibin biçin wî welatî û zanyariyan derbarê wan bûyerên ku li wê derê rû didin ragihînin.
Bi nêrîna min, ev bi heman girîngiya zexta li ser hikûmetê ye, ji bo ku piştrastî bê dayîn ku alîkariyên mirovî digihîjin wê derê û ew jî karibin çavdêriya rewşê bikin."
#VÎDEO - Kati Piri: Pêşniyara min a ji bo piştgiriya Rojava, li Parlamentoya Holendayê hat pejirandin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 11, 2026
💬 Kati Piri: Dîmenên ku ji Kobaniyê tên cihê dilgiraniyeke mezin in
💬 Kati Piri: Yekîtiya Ewropayê dikare zextê li hikûmeta Sûriyeyê bike da ku rêzê li mafên her kesî bigire… pic.twitter.com/hTN58aemL9
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse