Civata Ewlekariyê nikarî li ser dirêjkirina rêkeftina Bab el-Hewa biryarê bide

11-07-2023
Loloxan
Nîşan Netewên Yekbûyî Civata Ewlekariyê ya Navdewletî Sûriye Bab el-Hewa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civata Ewlakriyê ya Neteweyên Yekbûyî nikarî li ser dirêjkirina rêkeftina derbaskirina alîkariyan bi rêya Deriyê Bab el-Hewa biryarê bide, di encam de veguhestina xorak û pêdiviyên pizîşkî bo bakurê rojavayê Sûriyê hat rawestandin.

Ew çend roj in her 15 endamên Civata Ewleakriyê ya Neteweyên Yekbûyî hewl didin rêkeftina Deriyê Bab el-Hewa dirêj bikin, ku ji 2014an bi rêya wî derî xorak û pêdiviyên pizîşkî derbasî nav bakurê rojavayê Sûriyê dibin, ev jî bê wergirtina razîbûna hikûmeta Sûriyê.

Roja Duşemê 10ê Temûza 2023an, endamên Civata Ewlekariyê nikarîn deng li ser dirêjkirina wê rêkeftinê bidin û bo roja Sêşemê hat paşxistin ku destpêkê jî bo roja Înê hatibû danîn.

Rêkeftina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî bo nav Sûriyê her şeş mehan ji aliyê Civata Ewlekariyê ve tê nûkirin, ev jî ji ber guşara hikûmeta Sûriyê ku li gor wê derbaskirina alîkariyan bi rêya deriyên sînorî serweriya wî welatî binpê dike.

Di vê derbarê de Balyoza Brîtanyayê ya li Civata Ewlekariyê Barbara Woodward got: "Em dixwazin her tiştekî bikin ji bo alîkarî bigihe 4.1 milyon kesên zêde pêdiviya wan bi alîkariyê heye."

Balyoza Swîsrayê jî Pascale Baeriswyl dibêje: "Em zêde bi zehmetî kar dikin heta xaleke hevbeş ber bi yek armancê bibînin, ew jî pêdiviyên mirovî ne, ew pêdiviyên ku hene."

Ew pêşinyara ku niha endamên Civata Ewlekariyê deng li ser didin, ji aliyê Swîsra û Brezîlyayê ve hatiye pêşkêşkirin ku daxwaza dirêjkirina vê rêkeftinê bo dema 12 mehan dikin.

Rûsya dijî dirêjkirina vê rekeftinê rawestiya ye, ku Hezîrana 2022an deng li ser dirêjkirina wê rêkeftinê bo 12 mehan dabû, lê îsal daxwaz kiriye tenê bo 6 mehan bê dirêjkirin, lewra niha Swîsre û Brezîlya pêşniyar kirine ku tenê bo 9 mehan bê dirêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst