NY ji bo diyarkirina çarenivîsa wendabûyên Sûriyê saziyek damezirand

01-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
NY ji bo diyarkirina çarenivîsa wendabûyên Sûriyê saziyek damezirand
NY ji bo diyarkirina çarenivîsa wendabûyên Sûriyê saziyek damezirand
Nîşan Netewên Yekbûyî Sûriye Wendabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Netewên Yekbûyî, bi piraniya dengan, saziyeke taybet ji bo diyarkirina çarenivîsa windabûyên Sûriyê damezrand.

Di nava wan girtiyan de, hejmareke zêde welatiyên Kurd hene, çi li navxweya Sûriyê, çi jî li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, çi jî li navçeyên Rêveberiya Xweser.

Diya du girtiyan li zindanên hikûmeta Sûriyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa herdu kurên xwe yên bi navên Hesen û Hisên Ilyas Hiso dike, ku ji 19ê Gulana 2012yan ve, li Şamê hatine girtin.

Diya du kesên windayî dibêje “Ev 12 salên wan e winda ne. Ev 12 sal in me pere dan xelkê, me xanî firot lê me zarokên xwe nedît. Em çiqas dipirsin, dibêjin zarokên we ne li cem me ne. Berî 3 mehan em çûn, em geriyan ne geriyan gotin zarokên we ne li cem me ne. Me parêzer girt û parêzer ji me re got zarokên we ne li cem dewleta Sûriyê ne.”

Li gorî zanyariyên Neteweyên Yekbûyî ji sala 2011yan ve, heta niha, çarenivîsa derdora 100 hezar kesên windayî li Sûriyê ne diyar e.

Rêxistina Hevdestî di raporteke xwe de, ku Sibata îsal belav kiribû dibêje, ji dema dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ve, Cotmeha 2019yan, 228 kes li ser destên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatine girtin. 98 kes hatine azadkirin.Herwiha çarenivîsa 130 kesî ne diyar e, di nav wan de, 7 jin û zarok hene.

Li Efrîn jî, ji 20ê Çileya 2018yan ve, heta niha, ku Tirkiyê û çekdarên alîgirê wê, ew herêm dagîr kiriye, 9 hezar û 21 kes hatine girtin, 6 hezar û 935 kes hatine azadkirin, lê çarenivîsa 2 hezar û 86 kesên din ne diyar e.

Hevjîna Fûad Îbrahîm jî, ku ji 24ê Adara 2017yan ve, li navçeya Dêrikê ya Cizîra Rojavayê KUrdistanê, hate girtin, bi rêya Rûdawê dengê xwe digihîne aliyên pêwendîdar.

Xedîce Mûsa hevjîna Fûad Îbrahîm got “Di 24.02. 2017an de Fûad Îbrahîm hat revandin û heta niha em tiştek li serê nizanin. Em dixwazin komîteyeke wisa were çêkirin û em bi hêvî ne ku çarenivîsa hemû girtiyan were diyarkirin û bi taybetî ya siyasiyên Kurd û yên di heps û zindanan.”

Ji Adara 2011yan ve heta niha derdora 12 sal û nîvê di ser krîza Sûriyê re derbas dibin, lê hêj rewşa wî welatî aloz e û ti çare ji bo kesên windayî nehatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst