Hewlêr (Rûdaw) - 11ê Îlona 2001an e, firokeyeke nefer hilgir xwe li yek ji du bircên bazirganiya cîhanî li Manhattan a New Yorka Amerîkayê dide. Piştî 20 deqeyan firokeya duyem xwe li bircê başûr da.
Di dema bûyerê de serokê wê demê yê Amerîkayê George Bush li Florîdayê li dibistaneke seretayî bû dema berpirsan di guhê wî de gotin Amerîka ketiye ber êrîşê.
Akinciyê New Yorkê, (11ê Îlona 2001) got, “Karesat e, min di jiyana xwe de tiştekî wiha nedîtiye, Navenda Bazirganiya Cîhanî, Kompanya Peywendiyê û hemû tiştek ketine ber êrîşê.”
Wê rojê di hemû êrîşan de, êrîşa ser Pentagon û qurbaniyên nav her çar firokeyên revandî jî ligel, 2 hezar û 973 kesan canê xwe ji dest dan. Ev ew roj bû dîrok bi ser du beşan de dabeş bû, berî û piştî bûyerên 11ê Îlonê. Piştî 24 demjimêran Bush gehişte cihê herdu bircên wêranbûyî û soz da tola wê êrîşê bistîne.
George W. Bush, Serokê Amerîkayê, (12ê Îlona 2001) got, “Dengê we dibihîzim, hemû cîhan dengê we dibihîze. Yên ku ew avahî anîn xwarê, van nêzîkan dengê we dibihîzin.”
Du hefte piştî wê axaftina Bush, Amerîkayê 1300 şandin Afxanistanê. Şerê Afxanistanê dirêj bû û Amerîkayê jî hino hino hejmara serbazên xwe zêde kir û heta 2009an Amerîkayê 100 hezar serbaz li Afxanistanê belav kirin.
Piştî du sal şerê Afxanistanê di 2003an de, bi hinceta hebûna çekên komkuj û peywendiyên ligel El-Qaîdeyê, Amerîkayê êrîşî Iraqê kir, 9ê Nîsana heman sale Bexda ket û piştî 8 mehan jî Sedam Husên zindî hat desteserkirin.
Şerê terorê dirêj bû. Gulana 2011an, di operasyoneke hêzeke bijarde ya Amerîkî de, serkirdeyê Qaîde Usama Bin Ladin li Abbottabada Pakîstanê hat kuştin.
Barack Obama, Serokê Amerîkayê, (1ê Gulana 2011), got, “Amerîkayê operasyonek pêk anî û têde serkirdeyê Qaîdeyê Usama Bin Ladin hat kuştin.”
Xweşî û rondikriştina Amerîkiyan li New Yorkê bi helkefta kuştina Usama Bin Ladin.
Akinciya New Yorkê, (2ê Gulana 2011), got, “Gelek pê çû, 10 sal heta gehiştin îro.”
Di dema şerê Iraq û Afxanistanê de ji ber guşar û rexneyên senatoran çendîn car serokên Amerîkayê biryara vekişandina hêzên xwe ji wan herdu welatan dane.
Barack Obama, Serokê Amerîkayê, (1ê Gulana 2011) got, “Meha bê destpê dikin û dikarin heta dawiya îsal 10 hezar serbazên xwe ji Afxanistanê vekişînin, havîna bê jî 33 hezar serbazan vedikişînin.”
Donald Trump, Serokê Amerîkayê (4ê Sibata 2020), diyar kir, “Em kar dikin daku êdî dawiyê li dirêjtirîn şerê Amerîkayê bînin û serbazên xwe vegerînin welat.”
Şerê Afxanistanê berdewam bû, ket sala bîstem û bû sedema bi dehan hezar qurbanî.
Zerar û Ziyanên Şer
Kuştî
-2461 Serbazên Amerîkî
-3846 Karsazên Amerîkî
-66000 Polîs û Serbazên Afxanî
-72 Rojnamevan
-1144 Serbazên Hêzên Hevpeyman
-47245 Welatiyên Afxanî
-51191 Çekdarên Talîban û Grûpên Din Ên çekdar
-444 Karmendên Rêxistinên Mirovî
Xerciya Şerê Amerîkayê
-Zêdeyî 1 Trîlyon Dolar
-Çavdêriya Tendirûstî û Xwedî Pêdiviyên Taybet 1 Trîlyon Dolar
Di serdema îdareya Trump de Amarîkayê di proseya aştiya Afxanistanê de pêngavên baş avêtin û Sibata 2020an Amerîka û Talîbanê rêkeftina aştiyê îmze kirin, lê Trump bêyî amadekariyeke baş biryar da 1ê Gulana 2021ê hêzên xwe ji Afxanistanê vekişîne.
Dema Biden hat ser desthilatê, di wê baweriyê de bû ku Amerîka nikare di wê demê de hêzên xwe vekişîne, loma mana hêzên xwe heta 1ê Îlonê dirêj kir. Vekişîna piço piço ya hêzên biyanî ji Afxanistanê derfet da Talîbanê ku pêş keve û axa Afxanistanê ji destê hikûmetê derxîne. Dawiya meha Temûzê Talîbanê bi awayekî çaverênekirî beşa zêde ya axa Afxanistanê kontrol kir û 15ê Tebaxê Kabul ket destê Talîbanê.
Zebîhulla Mucahîd, Berdevkê Talîbanê, (31ê Tebaxa 2021), got, “Her kesek çavê xwe berde bezandina sînorên me peyameke me bow î heye, her kesek bi nêteke xirab çavê xwe berde Afxanistanê bi wê derdî dibin ku Amerîka têre derbas bû.”
Vê aloziyeke zêde xist nav welat û yên ligel hêzên biyanî kar kiribûn, rijiyan Firokexaneya Navdewletî ya Kabulê daku welat bicîh bihêlin. Di demeke kurt de sedan hezar kesan Afxanistan bicîh hiştin û berê xwe dan Amerîka û welatên hevpeymanên wê.
Joe Biden, Serokê Amerîkayê, (31ê Tebaxa 2021) ragihand, “Me yek ji mezintirîn veguhestina esmanî di dîrokê de kir bi veguhestina 120 hezar kesan bo bazinê silametiyê. Hejmar du qatê wê ye ku pisporan çaverê dikir. Ti neteweyekî di hemû dîrokê de tiştekî wiha nekiriye.”
Di rojên dawî yên proseya veguhestinê de xwekujekî DAIŞa Xurasanê xwe li ber Firokeya Kabulê teqand, zêdeyî 170 kesên sivîl, çekdarên Talîbanê û 13 serbazên Amerîkî kuştin. Vê Amerîka ji vekişîna ji Afxanistanê poşman nekir.
Joe Biden, Serokê Amerîkayê, (31ê Tebaxa 2021) diyar kir, “Amerîkayê dawî li şerê 20 salan ê Afxanistanê anî, dirêjtirîn şer di dîroka Amerîkayê de.”
Lê Amerîkayê bi kuştina du çekdarên diyar ên DAIŞê bi firokeya bê firokevan pênaseya şerê terorê bi awayekî din pêşanî cîhanê da.
Joe Biden, Serokê Amerîkayê, got, “Peyamek bot e DAIŞa Xurasanê, şerê me ligel we hê bi dawî nebûye. Wek Fermandarê Hêzên Çekdar, di wê baweriyê de me, baştirîn rê bo parastina silametî û asayîşa me vedigere ser stratejiyeke dijwar û efûnekirineke bi armanceke hûr ku teror li her cihekî be jiav bibe.”
Piştî derbasbûna 20 salan di ser êrîşên 11ê Îlonê re, hevkêşeya Afxanistanê bi tevahî guheriye, Talîban ligel Amerîkayê di gotûbêjê de ye û DAIŞa Xurasan jî dijminê dijwar ê herdukan e. Biden li nav Amerîkayê li ser vekişîna ji Afxanistanê ket ber pêla rexnebarana Komariyan, bi taybetî piştî kuştina 13 marenz û hatina wî hemû xelkî bo nav welat.
Lindsey Graham, Senatorê Amerîkî, got, “Pêla karesatan birêve ye, em hezaran hevpeymanên Afxanî li pey xwe bicîh dihêlin ku bi awayekî çavnetirs ligel me şer kirin. Egere qewimîna 11ê Îloneke din çêbûye. Êrîşên dronan DAIŞê jinav nabin. Hejmara çekdarên DAIŞê du qatê berê li wî welatê zêde bûye. Me pişta xwe da wan hevpeymanan ku binêt bûn hevkariya me bikin. Di jiyana xwe de bi qasî niha nîgeran nebûme ji egera çêbûna êrîşekê bo ser welatê me.”
Biden berevanî li biryara xwe kir.
Joe Biden, Serokê Amerîkayê, (31ê Tebaxa 2021) got, “Bijarde ev bû, bijardeya rast di navbera man an jî anîna aloziya zêdetir. Nêta min nebû wî şerê bi dawî nebûye dirêj bikim.”
Berê Qaîdeyê sûd ji wê derza emnî dît ku ji ber şerê navxwe li Afxanistanê çêbûbû û cihê piyê xwe li wî welatî qayîm kir. Niha ji xeynî Qaîde, DAIŞa Xurasanê jî hatiye ser. Talîban ji aliyekî ve bi pêkanîna hikûmetê ve mijûl e û li aliyê din jî divê bi wan 150 hezar çekdarên xwe asayîşa nav bajar û sînoran biparêze.
Piştî 20 salan hê jî şoka wê bûyerê cîhan bernedaye û tirsa dûbarebûna wê heye, bi taybetî piştî vekişîna Amerîkayê ji Afxanistanê, ku bo tolê ji Qaîdeyê bistîne, berê xwe dabû wî welatî.
Jake Sullivan, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê, ragihand, “Tişta ku îro li Afxanistanê gefê li hêzên me dike, DAIŞ e. Lê bêguman egerek heye ku Qaîde bikaribe dubare şiyanên xwe li Afxanistanê çêbike û pîlaneke derve deyne.”
Niha pirsyar ew e ka gelo DAIŞ û Qaîde heta çi qastekî ji wê rewşa Afxanistanê sûdmend dibin û dikarin êrîşeke din hevawayê 11 Îlonê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse