Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî Elewî yê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê di şer û pevçûnên li berava Sûriyeyê de hat kuştin.
Navê wî Cafer Îbrahîm Cafer Mistefa ye û ew sala 1993yan li navçeya Mabatayê ya Efrînê ji dayîka xwe re bûye.
Malbata Cafer ji Rûdawê re da zanîn ku ew li bajarê Ceblê yê Sûriyeyê hatiye kuştin.
Malbatê ji ber karê malxweyê malê bar kiribû û çûbû Ceblê.
Li gorî agahiyên ku malbata Cafer dane Rûdawê, Cafer li gel dayîk û du xwişikên xwe li Ceblê dijîya.
Malbatê diyar kir ku berî niha bi çend rojan hinek çekdar çûne taxa wan û 3 ciwan û 3 kal bi xwe re birine.
Çekdaran her sê ciwan kuştine û kal vegerandine.
Cafer tayê bi tenê yê malê bû, bi dergistî bû û amadehiya dawetê dikir.
Divê were bibîranîn ku xwendekara Kurd Şînda jî 7ê vê mehê li Laziqiyeyê hatibû kuştin.
Amarên bûyerên li beravê
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku li rojavayê Sûriyeyê ku bi piranî Elewî lê dijîn di çar rojên borî de 1018 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.
SOHRê diyar kir ku di nav kuştiyan de 745 sivîl, 125 endamên hêzên hikûmetê û 148 alîgirên rejîma Esed hene.
Li gorî AFPyê jî 1311 kuştî hene ku 231 ji wan endamên hêzên hikûmetê, 250 ji wan alîgirên rejîma Esed û 830 ji wan jî sivîl in.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îlan kir ku li ser bûyerên li beravê komîteyeke serbixwe hatiye avakirin.
#VÎDEO - Kurdekî Elewî li berava Sûriyeyê hatiye kuştin pic.twitter.com/0BemIMFK4b
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 10, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse