Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron careke din Sebastien Lecornu wekî serokwezîr destnîşan kir.
Ev yek tenê 4 roj piştî wê yekê hat ku Sebastien Lecornu ragihandibû ew îstifa dike.
Rastgir jî dibêjin ew dê hikûmeta wî ya vê carê jî birûxînin.
Koşka Serokkomariya Fransayê ragihand, "Serokkomar birêz Sebastien Lecornu wekî serokwezîr destnîşan kir û erkê avakirina hikûmetê da wî."
Lecornu di peyameke xwe ya li ser tora civakî ya Xê de ragihand ku wî destnîşankirina xwe "wekî erkekî" qebûl kiriye û got, "Pêwîst e em dawî li vê qeyrana siyasî bînin."
Di heman peyamê de amaje pê kir ku ew dê "hemû karên pêwîst" bike da ku heta dawiya salê budçeyekê ji bo Fransayê dabîn bike.
Sebastien Lecornu sererastkirina rewşa darayî ya giştî wekî "pêşîneyeke ji bo paşerojê" bi nav kir.
Serokwezîrê destnîşankirî yê Fransayê Sebastien Lecornu hişyarî da û da zanîn, kesên ku dixwazin beşdarî hikûmeta wî bibin, nabe ku çavên wan li wê yekê be ku xwe ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2027an bikin namzed.
Her wiha partiya herî mezin a rastgir a tund a Fransayê ragihand, ji ber ku "ti paşeroja wê nîne" ew dê yekser hewl bidin ku hikûmeta nû ya Fransayê birûxînin.
Serokê Partiya Eniya Niştimanî Jordan Bardella diyar kir ku Macron "ji rastiyê qut bûye û hatiye îzolekirin."
Jordan Bardella her wiha da zanîn ku destnîşankirina Lecornu "henekeke xirab" e û partiya wî "bê guman dê yekser bi rêya pêşniyara bêbaweriyê ya li parlamentoyê, baweriyê ji vê hevpeymaniya ku ti paşerojeke wê nîne, bistîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse