Li Amerîkayê teqîn: 19 kes winda ne

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tennessee Pentagon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li eyaleta Tennessee ya Amerîkayê di teqîna li kargeha hilberîna cebilxaneyên leşkerî de 19 kes winda ne.

Şerîfê Herêma Humphreysê Chris Davis, derbarê teqîna li kargeha bi navê "Accurate Energetic Systems" a li gundewarê Tennessee de agahî da.

Davis diyar kir ku di encama teqînê de kuştî hene lê derbarê hejmara wan de ti hûrgilî nedan.

Davis ragihand ku di encama teqînê de 19 kes winda ne û rayedar pêwendiya xwe ya bi malbatên wan kesan re didomînin.

Davis her wiha diyar kir ku rayedar hewl didin sedema teqînê diyar bikin.

Rayedarên Pentagonê jî ragihandin ku ew ji teqînê haydar in û li ser rewşê lêkolînê dikin.

Niştecihên herêma Lobelvilleê yên ku 20 deqeyan dûrî cihê bûyerê ne jî diyar kiribûn ku ji ber teqînê malên wan hejiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst