Derbarê hevdîtina Fîdan û Rubio daxuyanî hat dayîn

11-11-2025
Nîşan Marco Rubio Hakan Fîdan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku di hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hevtayê wî yê Amerîkayî Marco Rubio de, mijarên dualî û herêmî, bi taybetî jî agirbesta li Xezeyê û Şerê Rûsya-Ukraynayê hatine gotûbêjkirin.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott derbarê hevdîtina ku doh li Washingtonê pêk hat de daxuyaniyeke nivîskî da.

“Enerjiya Rûsyayê mekirin”

Di daxuyaniya aliyê Amerîkayê de hat gotin:

"Wezîrê Karên Derve Marco Rubio îro bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya û li ser agirbesta li Xezeyê û gavên ku ji bo misogerkirina îstiqrara li herêmê bên avêtin gotûbêj kirin.

Wezîr û Wezîrê Karên Derve, piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên pêkanîna aştiyeke mayînde ducare kir.

Wezîr Rubio her wiha banga Serok Trump a ji bo hemû hevalbendên NATOyê ya ji bo rawestandina kirîna enerjiya Rûsyayê ducare kir da ku şerê li Ukraynayê bi dawî bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst