Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump xwe wekî "Serokê Demkî yê Venezuelayê" pênase kir.
Piştî ku hêzên Amerîkayê Nicolas Maduro bir Amerîkayê, li Venezuelayê nezelaliya siyasî derketiye.
Serokê Amerîkayê Trump biryarên Dadgeha Bilind a Venezuelayê tune hesibandin û li ser platforma medyaya civakî ya Truth Socialê ragihand ku ew talibê birêvebiriyê ye.
Trump derbarê Alîkara Serokê Dewletê Delcy Rodriguezê gotinên tund bi kar anîn ku piştî Maduro ji aliyê Dadgeha Bilind a Venezuelayê ve wekî seroka demkî hatibû tayînkirin.
Trump diyar kir ku divê Rodriguez bi Amerîkayê re hevkariyê bike û hişyarî da, eger na aqûbeta wê dê ji ya Nicolas Maduro xirabtir bibe.
Çi qewimîbû?
Hêzên Amerîkayê 3yê Kanûna Paşîn a 2026an Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li Caracasa paytext bi operasyonekê desteser kiribû.
Hêzên Amerîkayê Maduro veguhast New Yorkê û ew li wir bi tohmetên "bazirganiya madeyên hişber" û "qaçaxçîtiya çekan" derket pêşberî dadwer.
Dadgeha Bilind a Venezuelayê piştî Maduro, li gorî desthilata destûrî Delcy Rodriguez wekî seroka demkî tayîn kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse