Jineke Kurd ji aliyê Şahê Brîtanyayê ve madalyaya rûmetê wergirt

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Kurd Şahê Brîtanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a li Brîtanyayê dijî ku li Zankoya Cardiffê xwendekara doktorayê ye û teza wê li ser sîstema berevaniyê ya mirovan e, ji ber xebata xwe ya xwebexş a ji bo têkoşîna li dijî vîrusa Coronayê, ji aliyê Şah Charles III hat vexwendin û bi madalyaya rûmetê hat xelatkirin.

Xwendekarê doktorayê ya li Zankoya Cardiff a Brîtanyayê Binar Talebanî, ji Rûdawê re ragihand, “Ji ber karkirina bi hejmarek rêxistinên tenduristiyê, navendên olî û saziyên zanistî re ji bo hişyarkirina bikaranîna derziyên Coronayê di nav welatiyên Brîtanî de û belavkirina agahdariya xelet, me karî bi rêya medyaya civakî, kampanya û konferansan gelek kesan razî bikin ku derziyên Coronayê li xwe bidin.”

Li gor Binar Talebanî, piştî ku karê wan bala Hikûmeta Brîtanyayê kişand, di berdêla wê de di destpêka sala 2021an de, Şahjina Brîtanyayê biryar da ku ji nêzîk ve bi wan re hevdîtinê pêk bîne û medalyaya rûmetê bide wan lê derfet bi dest neket.

Jina Kurd di 9ê Sibata 2023an de ji bo Koşka Buckinghamê hat vexwendin û ji aliyê Şahê Brîtanyayê Charles III ve hat pêşwazîkirin û Madalyaya Rûmetê (MBE) jê re hat dayîn.Ev xelata sêyem a herî bilind a Împaratoriya Brîtanyayê ye û salê du caran tê dayîn û ji bo wan kesên ku di xebatên neteweyî de kedeke girîng dane tê dayîn.

Talebanî got, “Min ji Şahê Brîtanyayê re got ku ez Kurd im û di dema rejîma Sedam Husên û rejîma Beas de ji dayik bûme. Bav û bapîrê min Pêşmerge bûn û ji ber zilm û zordariya wan em ji Kurdistanê derketin û hatin Brîtanyayê. Brîtanya kêfxweşiya xwe nîşan da ku weke Kurdekê min kariye xizmeta civaka Brîtanyayê bikim.”

Jina Kurd behsa çalakiyên xwe dike û dibêje, heta ji Kurdistanê, welatên Erebî û çend welatên Ewropayê bi rêya torên civakî daxwaza rawêjkariyê li wan tên kirin û heta niha zêdetirî 200 webinar û hevpeyvîn pêk anîne û berdewam bersiva pirsên xelkê derbarê pirsgirêkên tenduristiyê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst