Li Stockholmê paşeroja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin

12-02-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan paşeroja Sûriyeyê gotûbêj kir / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan paşeroja Sûriyeyê gotûbêj kir / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Sûriye Cemîl Diyarbekirlî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan li Stockholma paytexta Swêdê rewşa Sûriyeyê û paşeroja wê gotûbêj kir.

Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan li bajarê bajarê Sodertayayê yê li başûrê Stokholmê derbarê rewşa Sûriyeyê û paşeroja wê komxebatek li dar xist.

Komxebat bi ser navê “Nerînek li Sûriyeya nû li jêr ronahiya hemerengiyê” bû.

Di komxebatê de 2 mijarên sereke hatin gotûbêjkirin, nasnameya niştimanî ya Sûrî û destûra bê ya Sûriyeyê.

Hinek lêkoler û kesên pispor beşdarî wê komxebatê bûn.

“Mijara sereke avakirina baweriyê ye”

Birêvebirê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî ji Rûdawê re got:

"Hevdîtinin girîng bûn û gotûbêjin eşkere bûn. Bi rastî pêwîsitya me Sûriyeyiyan bi gelek tiştan heye heta em bigihêjin xalên hevbeş.

Mijara sereke di nav me de avakirina baweriyê ye ji ber ku demeke dirêj hevdîtinên rasteqîne di navbera xelkên Sûriyeyê de nebûn û nasnameyeke niştimanî em li hev kom nedikirin, peyameke civakî nebû ku nûnertiya hemû Sûriyeyiyan bike, bawerî di navbera me de nema bû.

Armanca yekem a komxebatên ku bi serperiştiya Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan têne kirin,  avakirina baweriyê ye, pejirandina yê din, guhdarkirina li yê din û heta bigihêje axaftina li ser nasnameya niştimanî.

Bi nerîna me ji bo çareserkirina hemû kêşeyên niştimanî yên li Sûriyey  ev deriyekî sereke ye û piştre jî ji bo destûrê.

Helbet ji bo em zêdetir nerîn bibihîsin dê komxebatên din jî hebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst