Dusseldorg (Rûdaw) - Li eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê, polîsan vê hefteyê ji bo desteserkirina tometbarên qaçaxçîtiya koçberan operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Di encamê de komeke ji 5 kesan pêk tê hat desteserkirin ku tê tometbarkirin wan koçber ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê birine Almanyayê.
Hevdem li gel vê operasyonê, 50 koçberên ji Îraq û Herêma Kurdistan ji bajarê Dusseldorfê dersînorî Bexdaya paytexta hatin kirin.
Hûrgiliyên li ser kesên hatine desteserkirin
Li gorî agahiyên polîsan, tora ku hatiye desteserkirin ji 5 kesan pêk tê:
- Welatiyekî Sûriyeyî yê 31 salî ku tometbarê sereke ye.
- Sê birayên wî welatiyê Sûriyeyî yên 31, 29 û 26 salî ku tên tometbarkirin ku di karê qaçaxçîtiyê de alîkariya birayê xwe kirine. Her çar tometbaran jî mafê rûniştina demkî li Almanyayê hebû.
- Zilamekî 42 salî yê xelkê Îraqê ku di heman demê de welatiya wî ya Almanyayê jî hebû.
Polîsan ragihand ku di operasyona desteserkirina her sê birayan de 120 polîs beşdar bûne.
Daxuyaniya Daîreya Federal a Koç û Penaberan
Daîreya Federal a Koç û Penaberan (BAMF) di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, her çend ew biryarê li ser çarenivîsa dosyeyên penaberan didin û diyar dikin ka mafê kê yê rûniştinê heye, lê bicihanîna biryara dersînorkirinê li ser milê hikûmetên herêmî yên eyaletan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse