Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropayê pêşnûmeya biryarê ya berfireh a derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de pesend kir.
Parlamentoyê bangî Tirkiyeyê kir ku çareseriyê nexe xeterê û vekirina korîdoreke mirovî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê xwest.
Parlamentoya Ewropayê pêşnûmeya biryarê ya têkildarî rewşa “Bakurrojhilatê Sûriyeyê” li Strasbourgê qebûl kir.
Di dengdana îro de 515 parlamenter amade bûn, 363 parlamenteran dengê "erê" û 71 parlamenteran dengê "na" da, 83 parlamenter jî bê alî man.
Di biryarê de tundî, koçberkirina bi darê zorê, desteserkirinên kêfî û êrişên li ser binesaziya sivîlan ên li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî tund hatin şermezarkirin.
Parlamentoya Ewropayê diyar kir ku ev êriş binpêkirinên cidî yên hiqûqa mirovî ne û di hin rewşan de dikarin wekî sûcên şer werin dîtin.
Di biryarê de hat gotin ku Kurd û Ereb bi salan e ji ber zilm û zoriyên DAIŞê rûbirûyî tundî, bêewlehî, koçberkirina bi zorê û binpêkirina mafên sereke bûne.
Parastina sivîlan û banga korîdora mirovî
Parlamentoyê diyar kir ku di serî de bajarê Kobaniyê, li herêmên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye rewşa mirovî dijwar dibe û xwest ku korîdorên mirovî yên mayînde û ewle werin vekirin.
Her wiha bang hat kirin ku rê li ber saziyên alîkariyê yên navneteweyî were vekirin da ku bê astengî karibin bigihin herêmê.
Di biryarê de lihevkirina agirbestê ya di navbera birêvebiriya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û bangî aliyan hat kirin ku pabendî agirbestê bin û xwe ji aloziyên nû dûr bixin.
Mafên Kurdan û beşdariya siyasî
Parlamentoya Ewropayê diyar kir ku aramiya mayînde ya li Sûriyeyê girêdayî misogerkirina mafên civakên etnîkî û olî ye.
Parlamentoyê bal kişand ser girîngiya nûnertiya siyasî ya gelê Kurd, mafên çandî û daxwazên temînata destûrî.
Di biryarê de wan xalan cih girt:
"Parlamentoya Ewropayê bangî rayedarên Sûriyeyê dike ku Ereb, Kurd, Sunî, Şîe, Elewî, Xiristiyan, Durzî û Ermenî jî di nav de parastina civakên olî û etnîkî bike û mafên wan ên sereke misoger bike.
Naskirina gelê Kurd a bi awayekî tam, nûnertiya wan a siyasî û mafên wekhev jî di nav de parastina curbecuriya olî û etnîkî ya Sûriyeyê, parastina aştiya sivîl û ji bo dabînkirina Sûriyeyeke aram û berfireh gelekî girîng e.
Parlamentoya Ewropayê bangî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dike ku li gel parastina prensîba yekparçeyiya axa Sûriyeyê van mafan jî li Destûra Sûriyeyê zêde bike."
Pakêta piştevaniya bişert a 620 milyon Euroyî
Di biyarê de pakêta piştevaniya darayî ya 620 milyon Euroyî ya ji bo salên 2026 û 2027an bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin ku ev piştevaniya darayî dê bi armanca alîkariya mirovî, xurtkirina civaka sivîl û piştgirîdayîna pêvajoya veguhastina siyasî were bikaranîn.
Lê belê Parlamentoyê diyar kir ku divê her cure piştgirî bi şertê parastina sivîlan, rêzgirtina li mafên mirovan û bicihanîna sererastkirinên agirbestê be û heke ev şert pêk neyên dikare were betalkirin.
Di biryarê de hat gotin, "Alîkariyên Yekîtiya Ewropayê yên têkildarî pêşketin, jinûveavakirin an jî yên aramiyê divê di mijarên wekî parastina sivîlan, bicihanîna lihevkirinên agirbestê, mafên mirovan û parastina hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de girêdayî şertê pêşketinên şênber bin."
Banga lêpirsînê
Parlamentoya Ewropayê diyar kir ku ew "bi tundî hemû kiryarên tundiyê yên li dijî sivîlan, di nav de kuştinên bêdaraz, windakirinên bi zorê, girtina kêfî û koçberkirina bi zorê şermezar dike" û wiha dewam kir:
"Ev kiryar binpêkirinên cidî yên qanûna navneteweyî ne û di hin rewşan de dibe ku sûcên şer bin.
Em fikarên xwe li ser raporên pêbawer ên binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî li dijî gelê Kurd tînin ziman.
Di nava van binpêkirinan de raporên bêhurmetiya li dijî cenazeyên jin û mêran, wêrankirina goristanan û bikaranîna cebilxaneyên bêserûber li dijî sivîlan hene.”
Parlamentoya Ewropayê daxwaza lêpirsîneke bilez li ser sûcên ku ji aliyê hêzên hikûmetê û milîsên çekdar ve li dijî sivîlan hatine kirin kir û bangî rayedarên Sûriyeyê kir ku rê bidin da ku hemû saziyên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî bi awayekî zelal bigihin herêmê.
Rewşa Kobanî, Minbic û Qamişloyê
Parlamentoyê destnîşan kir ku li bajarên ku Kurd lê dijîn, wekî Kobanî, Minbic û Qamişloyê, xizmetguzariyên bingehîn hatine qutkirin û binesaziya wan zerer dîtiye.
Parlamentoyê behsa koçberî, kêmbûna xwarinê û pirsgirêkên tenduristiyê kir û bal kişand ser rewşa sivîlan, bi taybetî li Kobaniya dorpêçkirî.
Parlamentoyê daxwaza vekirina korîdorên mirovî yên daîmî û ewle ji bo deverên dorpêçkirî yên li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî ji bo Kobaniyê kir.
Her wiha daxwaz ji Yekîtiya Ewropayêê û welatên endam hat kirin ku alîkariya mirovî û piştgiriya derûnî, bi taybetî ji bo jin û zarokên keç zêde bikin.
"Divê Tirkiye îhtîmala çareseriyê nexe xeterê"
Di biryarnameyê de her wiha ev bangî Tirkiyeyê hat kirin:
"Ji Tirkiyeyê û aktorên din ên herêmî tê xwestin ku ji çalakiyên leşkerî yên ku îhtîmala çareseriyê bixin xeterê û piştgiriya komên çekdar ên ku dê agirbest û ewlehiya sivîlan bixin xeterê dûr bisekinin.
Em êrişên Tirkiyeyê yên li bajar û parêzgehên ku piraniya wan Kurd in li Bakurrojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin.
Divê hikûmeta Tirkiyeyê destwerdana leşkerî rawestîne û rê bide danûstandinên aştiyane yên di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û HSDyê de.
Komîsyon bangî Xizmeta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê û dewletên endam dike ku di danûstandinên dualî yên bi hikûmeta Tirkiyeyê re li ser destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bisekinin.
Divê hemû peymanên ewlehiyê li gorî qanûna navneteweyî bin, rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê bigirin û nebin sedema koçberiya bi darê zorê an jî guhertina demografîk."
Wêrekî û biryardariya jinên Kurd
Di biryarnameyê de behsa têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê û bi taybetî jî biryardarî û wêrekiya jinan hat kirin û hat gotin:
"Beşdariya biryardar a hêzên Kurd di şerê li dijî DAIŞê de û rola şervanên jin tê bibîranîn.
Hevkariya bi Ewropa û hevpeymaniya navneteweyî re tê teqdîrkirin. Cesaret û biryardariya jinên Kurd ên ku di bin zilma DAIŞê de êş kişandine û li ber xwe dane tê silavkirin.
Ji rayedarên Sûriyeyê tê xwestin ku sûcên ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî civaka Êzidî hatine kirin lêkolîn bikin.
Ji bo misogerkirina aramiya mayînde li Sûriyeyê, divê fedakariyên civaka Kurd, fikarên wan ên ewlehiyê yên rewa û temsîliyeta siyasî, di nav de parastina mafên jinan û beşdarbûna watedar a jinan di jiyana giştî de werin naskirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse