Zelensky: Di têkoşîna dijî Rûsyayê de piştevaniya Çekyayê girîng e

12-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand ku di têkoşîna dijî êrîşkariya Rûsyayê de piştevaniya Çekyayê girîng e.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku ligel Serokomarê Çekyayê Petr Pavel peywendiyeke telefonê encam daye û got, "Bi awayekî fermî dest bi wezîfeyê kir, min pîrozbahî lê kir."

Zelensky anî ziman ku ligel Pavel derbarê pêşhatên li eniya şer û pêdawistiyên ewlekariyê yên Ukraynayê axivîne û diyar kir ku li ser endamtiya Ukraynayê ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) gotûbêj kirine.

Zelensky ragihand ku wî û Pavel di warê domandina hevkariya Ukrayna û Çekyayê de li hev kirine û got, "Di têkoşîna dijî êrîşkariya Rûsyayê de piştevaniya Çekyayê girîng e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nikol Paşinyan / Wêne: Arşîv

Serokwezîrê Ermenistanê: Qerebax ne ya me bû

Ermenistanê sala 2020î di Şerê Duyem ê Qerebaxê yê ku 44 rojan dom kir de li hemberî Azerbeycanê zerereke mezin a leşkerî dît