Almanyayê par zêdetirî 2 hezar û 300 zarok û ciwan dersînor kirin

12-08-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Almanya Dersînorkirin Zarok Ciwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku sala 2024an ji 20 hezar 84 kesên dersînorkirî, 2 hezar û 316 ji wan zarok û ciwanên di navbera 6 û 18 salî de bûne.

Di nava 6 mehên îsal de jî hezarek û 345 zarok û ciwan hatine dersînorkirin ku ji sedî 11,3yê rêjeya giştî ye.

Li gorî amarên ku li ser daxwaza Fraksiyona Çepan hatine eşkerekirin, rêjeya dersînorkirina zarokan sal bi sal zêdetir dibe.

Medyaya Almanî RedaktionsNetzwerk Deutschlandê (RND) doh bersiva Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ya ji bo Fraksiyona Çepan weşand.

Li gorî amaran, sala 2024an ji 20 hezar û 84 kesên ku hatine dersînorkirin, 2 hezar û 316 kes zarok û ciwan bûne.

Hikûmeta Olaf Scholz dest bi dersînorkirinan kir

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê di serdema Kabîneya Olaf Scholz de dest bi dersînorkirinan hatiye kirin û niha zêdetir bûye.

Hejmara 12 hezar 945 kesên dersînorkirî ya sala 2022yan, sala piştî wê gihîştibû 16 hezar 430 kesan.

“Zarokên ku xwe guncandiye nabe werin dersînorkirin”

Endamê Partiya Çepan a Almanyayê Dietmar Bartsch di hevpeyvîneke xwe ya li gel RNDyê de da zanîn ku dersînorkirina zarokan pirsgirêkan çareser nake û ew bi xwe pirsgirêkek e.

Dietmar Bartsch dupat kir ku nabe “bêhestî” bibe şêwaza siyaseta Almanyayê.

Bartsch amaje pê kir ku hejmara zarokên di temenê dibistanê de hatine dersînorkirin tenê di nîva yekem a îsal de bi qasî hejmara dersînorkirinên sala berî wê bûne.

Bartsch her wiha diyar kir ku dersînorkirina zarokên ku li Almanyayê “dixwînin û xwe diguncînin, karmendên taybetmend ên paşerojê ne” û da zanîn ku ev siyaseteke “bêraman e”.

Malbata Kurd a Êzidî ya dersînorkirî nayê vegerandin

Birêvebiriya Herêma Brandenburgê ya Almanyayê bi 43 tawanbarên Îraqî re endamên malbata Kurd a Êzidî ya bi nasnavê Qasim jî dersînor kiribûn.

Malbata Kurd a Êzidî 22yê Tîrmehê bi balafireke taybet ji bajarê Leipzîgê dersînorî Bexdayê hatibû kirin.

Malbata Qasiman a ku ji 5 kesan pêk tê ku 4 zarokên wan ên 5, 12, 15 û 17 salî hene û li bajarê Lychenê dijiya.

Dadgeha Kargêriyê ya bajarê Potsdamê 7ê Tebaxê di biryara xwe ya dawî de vegerandina malbatê red kir û destnîşan kir ku “ti metirsî û bi taybetî ti metirsiyên DAIŞê li ser malbatê nînin”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst