Hewlêr (Rûdaw) - Barack Obama û hevjîna wî Michelle Obama di Roja Navneteweyî ya Keçan de pesnê 'jin û keçên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ku bi xwepêşandanên xwe yên berdewam îlhamê didin cîhanê' didin.
Barack û Michelle Obama roja Sêşemê daxuyaniyek belav kirin û pesnê xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dan ku meha borî dema ku keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi destê polîsên bi navê exlaqê rejîmê hatibû kuştin, daketin kolanan.
Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama û hevjîna wî Michelle Obama roja Sêşembê 11ê Cotmeha 2022an di Roja Navneteweyî ya Keçan de di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Twitterê pesnê rol û wêrekiya keç û jinan di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de dan û piştgiriya xwe bo wan ragihandin,
Barack û Michelle Obama di peyama xwe de dibêjin “Di vê roja Navnetewî ya Keçan de, em bi jin û keçên wêrek ên Îranî re radiwestin ku bi xwepêşandanên xwe yên berdewam îlham dane cîhanê. Mafên ku ew lê digerin gerdûnî ne: wekhevî, şiyana hilbijartina xwe ya li ser çawaniya xuyan û cil û bergên xwe û eşkerekirina nasnameya xwe, û azadiya ji bo vê yekê bêyî rûbirûbûna tacîz, tirsandin û şîdetê. Em heyranê keçên Îranî ne ku roleke serkirdayetî ya wisa lîstin di pêdagiriyê de li ser wê yekê ku pêşeroj ji paşerojê cuda be, û jinên Îranî ji hemû maf û îmkanên ku layîq in, bidest bixin.”
Obama di peyama xwe de amaje bi yekê kirin ku xwepêşander peyamek bi hêz didin ku divê neheqî neyê erêkirin û wiha berdewam kirin “Ji hemû kesên ku li derve doza mafên we dikin, çalakiyên we yên protestoyê bandor li me dike û şahidiya mêrxasiya we dikin di rûbirûbûna hovîtiya rejîmek ku li hember bangên guhertinê radiweste. Hûn peyamek bi hêz didin ku divê neheqî neyê qebûlkirin. Bê guman rojên dijwar li pêş in, û dilê me bi wan kesan re ye ku bi awayekî trajîk li Îranê hezkiriyên xwe ji dest dane. Lê em di wê baweriyê de ne ku pêşeroj dê di dawiyê de ya keç û jinên ciwan ên Îranê be ku bêdengiyê red dikin. Hûn tînin bîra me ku hêza rast ne ji girtina paşerojê, lê ji hewldana avakirina pêşerojek çêtir tê.
On this International Day of the Girl, we stand in solidarity with the courageous Iranian women and girls who have inspired the world through their ongoing protests. pic.twitter.com/71WfEdMt9A
— Barack Obama (@BarackObama) October 11, 2022
Çi bûbû?
Piştî ku di 16ê Îlona îsal de keça Kurd a 22 salî ya ji Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê li Tehranê hatibû desteserkirin, canê xwe ji dest da, xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin.
Xwepêşandanan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û bi awayekî bilez û berfireh li seranserê Îranê belav bû.
Jîna Emînî xelka Seqizê roja 13ê Îlona 2022an li Tehran ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve bi hinceta ku cilûbergên wê ne li gor hîcaba îslamê ne, hatibû desteserkirin, piştre li navenda polîsan ji hişê xwe çûbû û ketibû komayê û rakiribûn nexweşxaneyê. Jîna Emînî roja 16ê Îlonê canê xwe ji dest dabû û roja 17ê Îlonê li bajarê xwe Seqizê hatibû veşartin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 185 xwepêşander hatine kuştin ku 19 ji wan zarok bûne.
Ji ber tundiya hêzên emnî yên Îranê ji bo tepeserkirina xelkên nerazî û xwepêşanderan, heta niha Amerîka, Kanada, Brîtanya û Almanyayê hin ceza li ser saziyên leşkerî û emnî yên Îranê sepandine.
Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê jî heftiya bihorî daxwaz ji welatên endam kir ku li beramber tundiya hêzên emnî yên Îranê helwesta xwe diyar bikin û sizayan li ser Îranê bisepînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse