Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Mîlanoyê derbarê "turîstên şer ên Îtalyayî" dest bi lêpirsînê kir ku tê îdiakirin di dema Şerê Bosnayê de bi pereyan tevlî şer bûne û gule li sivîlan reşandine.
Dozgeriya Mîlanoyê derbarê îdiayên ku hinek welatiyên Îtalyayê di dema Dorpêça Saraybosnayê ya di navbera salên 1992-1996an de ku serdema herî bixwîn a şerê Bosna-Hersekê bû, wekî "turîstên şer" çûne eniyê û li hemberî pereyên ku dane mîlîsên Sirb, gule li sivîlan reşandine, lêpirsîn da destpêkirin.
Ev îdia ji lêkolîna rojnameger Ezio Gavazzeniyê ku bi salan li ser mafya û terorîzmê xebitiye derketine holê.
Gavazzeni eşkere kir ku komeke tundrevên rastgir ên ku Îtalyayî jî di nav de ne, ji bo ku li ser girên derdora Saraybosnayê bibin sekvan pere dane.
Şahidiya muxbirekî berê
Di daxwaznameya 17 rûpelî ya ku ji aliyê rojnameger Gavazzeni û dadgerê berê Guido Salvini ve meha kanûna paşîn a îsal pêşkêşî dozgeriyê hat kirin de, îfadeyên endamekî berê yê îstixbarata leşkerî ya Bosnayê jî cih girt.
Vî kesî îdia kir ku di destpêka salên 1990î de, wî îstixbarata leşkerî ya Îtalyayê ya wê demê (SISMI) agahdar kiriye ku herî kêm pênc nîşangirên Îtalyayê li nêzîkî Saraybosnayê ne.
Di belgeyê de şahidiyên ku dibêjin ev kes ji bajarên Torîno, Mîlano û Triesteyê hatine jî hene.
Lê dozgeriyê heta niha ti kes bi awayekî fermî nexistine lîsteya gumanbaran.
Ji belgefîlmekê re bû îlham
Ev bûyera balkêş ji belgefîlma bi navê "Sarajevo Safari" ya ku ji aliyê derhênerê Slovenyayî Miran Zupanic ve hatiye girtin û sala 2022yan hatiye nîşandan re jî bûbû îlham.
Fîlma ku bi hevkariya Al Jazeera Balkans û Arsmedia hatiye çêkirin, cih dide şahidiyên bênav ên biyaniyan ên ku di dema şer de li çeperên Sirban hatine dîtin û fenomena "tûrîzma şer" bi belgeyan derdixe holê.
Beşek ji materyalên di belgefîlmê de di dosyeya ku Gavazzeni pêşkêşî dozgeriyê kiriye de jî hene.
Di bin navê "alîkariya mirovî" de gerên mirinê
Li gorî şahidiyên di dosyeya lêpirsînê de, seyahatên van "nîşangirên (sekvan) turîst" bi piştgiriya serwîsên ewlehiyê yên Sirb û hinek şirketên lojîstîk ên li Yugoslavyaya berê hatine organîzekirin.
Li gorî nûçeyeke ku di East Journalê de hatiye weşandin, ev ger bi awayekî fermî wekî "mîsyona alîkariya mirovî" dihatin pêşkêşkirin.
Dilxwazên ku ji Îtalyayê bi rê diketin, mehê carekê li bajarokê Magentayê yê nêzîkî Mîlanoyê kom dibûn û ji wir bi otobusan bi ser Trieste re diçûn Saraybosnayê.
Nûçeya ku sala 1995an di rojnameya Corriere della Serayê de bi sernavê "Betlaneya li Bosnayê, nişangirtina li mirovan jî di nav de" hatibû weşandin jî bal kişandibû ser heman bûyerê.
Terîfeyên ku li gorî kuştiyan diguherin
Yek ji îdiayên herî tirsnak ên di daxwaznameyê de ew e ku li gorî statuya kesên ku hatine kuştin terîfeyên cuda yên pereyan hatine sepandin.
Tê gotin ku ev "sîstema bihakirinê" ya ku li gorî gulebarankirina hedefên sivîl, leşker an zarok diguhere, ji aliyê dozgeriyê ve tê lêkolînkirin.
Tê gotin ku organîzasyon du qonaxî bûye, li Îtalyayê peydakirin û li Bosnayê jî sewq û bicihkirin hatiye kirin.
Pêvajoyeke dirêj tê payîn
Dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne yê bi navê Alessandro Gobbis, ferman da yekîneya taybet a cendirmeyên Îtalyayê (ROS) ku rastiya belgeyan lêkolîn bike.
Li gorî nûçeya East Journalê, dosya dê pêşî ji aliyê saziyên dadwerî yên Îtalyayê ve bê lêkolînkirin û pişt re dê ji bo dadweriya Bosnayê bê şandin.
Li gorî pisporan, tê payîn ku pêvajo tevlîhev û dirêj be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse