Washington (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde, li Kongreya Amerîkayê pirsên li ser rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û rakirina cezayan ji endamên Kongreyê kirin.
Endamên Kongreya Amerîkayê nêrînên cuda anîn ziman, hinekan ji wan xwest ku "xetên sor" ji bo hikûmeta demkî ya Sûriyeyê werin danîn û hinekan jî hişyarî da ku eger binpêkirin berdewam bikin dibe ku ceza vegerin.
Endamên Kongreya Amerîkayê her wiha li ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî axivîn.
Glenn Grothman: Zanyariyên nû li ber dest nînin
Endamê Kongreya Amerîkayê Glenn Grothman li ser rewşa dawî ya xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê got:
"Hîn hemû rastî li ber destê min nînin.
Diyar e dilê me bi xwenîşanderan re ye lê ti zanyariyeke nû li ber destê min nîne."
Grothman li ser şerê HSD û komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê û mafên kêmîneyan jî da zanîn:
"Ez niha zanyariyan werdigirim.
Ji min re hatiye gotin ku rewş gelekî tirsnak e lê raporeke fermî li ber destê min nîne."
Scott Fitzgerald: Sûriye ne aram e
Endamê Kongreya Amerîkayê Scott Fitzgerald diyar kir ku zanyariyên têr li cem wî nînin ku li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê biaxive.
Fitzgerald li ser mafên Kurdan û kêmîneyan got:
"Sûriye wekî welatekî ne aram dimîne.
Ez 2 sal berê li wir bûm, wê demê hinek karên mirovî hebûn lê rewş bi awayekî berbiçav guheriye.
Ez bawer im Serok (Trump) mafdar e ku çavdêriya Sûriyeyê bidomîne da ku zanibe aramî li kû ye, çimkî bê guman nearamiyeke zêde heye."
Adam Smith: Divê kêmîne beşdarî gotûbêjan bibin
Endamê Kongreya Amerîkayê Adam Smith li ser êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê anî ziman:
"Pêdiviya min bi zanyariyên zêdetir heye.
Hîn raporeke temam negihîştiye destê min."
Smith armanca sereke wiha rave kir:
"Armanca sereke ew e ku Sûriyeyeke yekgirtî hebe, hemû kes di hikûmetê de xwedî deng bin û komên şerker nemînin."
Smith li ser mafên Kurd û Durziyan jî tekez kir û got:
"Bê guman, belê. Eger em bixwazin Sûriyeyeke aştiyane û yekgirtî hebe, divê ew di wan gotûbêjan de beşdar bin."
Jim Costa: Sûriye bûye wekî mafyayê
Endamê Kongreya Amerîkayê Jim Costa bi awayekî zelal behsa rewşa Kurdan kir û da zanîn:
"Kurd ne tenê li Sûriyeyê, li Îraqê jî rastî zehmetiyan hatine û ez bawer im girîng e ku yekgirtî bimînin.
Berpirsyariyek li ser milê me heye, eger em hewl bidin pêwendiyê bi vê hikûmeta nû ya Sûriyeyê re deynin, divê em amaje pê bikin ku pêwendiyeke me ya çalak bi Kurdan re heye."
Costa rewşa Sûriyeyê rexne kir û got:
"Mixabin Sûriye welatekî têkçûyî ye, ne wisa?
Tiştê li wir heye komek grûpên cuda ne, wekî mafyayê lê hatiye; kom li gorî şiyana rejîma nû tevdigerin."
Jim Costa li ser binpêkirinan jî got:
"Divê em hewl bidin bi vê hikûmeta nû ya Sûriyeyê re şêwazeke me ya karkirinê hebe ku xetên sor ji wan re werin danîn.
Eger bixwazin piştgiriya hikûmeta me û cîhana Rojava wergirin, divê tekezî li ser vê yekê were kirin."
Riley Moore: Êrişên li ser kêmîneyan karesat in
Endamê Kongreya Amerîkayê Riley Moore êrişên li ser Kurd, Durzî û Xiristiyan wekî "karesat" bi nav kir û anî ziman:
"Bi nêrîna min êrişa li kêmîneyên olî li Sûriyeyê tiştekî nexweş e, bi taybetî çewisandina Xiristiyanan ku min li Kongreyê gelekî kar li ser kiriye."
Moore li ser rakirina Yasaya Qeyser û berdewamiya binpêkirinan hişyarî da:
"Ez wisa dibînim ku eger karên xwe sererast nekin, wê demê pêwîst e em mijarê ber bi aliyekî din ve vegerînin."
Rich McCormick: Em xwedî karta zextê ne
Endamê Kongreya Amerîkayê Rich McCormick rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şiband welatên din ên ku "tevgerên şaş" dikin û got:
"Ev dan û standinên berdewam in û ne karekî hêsan e.
Eger hêsan bûya, me dê her kes ceza bikira.
Pirs ew e kî herî xerab e û tu dê çawa tevgerên baş çêbikî û tevgerên xerab ceza bikî?
Tu azadiyê didî wan û paşê dibêjî, 'Temam, hûn karan xerab dikin, em dê wê ji we wergirin.'
Em li gorî karên we li ser we dabeş dikin."
McCormick li ser karta zextê ya Amerîkayê got:
"Em xwedî karta zextê ne li ser hemû welatan.
Bila em eşkere bin, em aboriya herî mezin a cîhanê ne û artêşa herî mezin a cîhanê ne.
Kartên me li ser her kesî hene."
McCormick di dawiyê de peyameke giştî da û got:
"Em welatê nirx û exlaqan in. Em welatek in ku baweriya me bi mirovahiyê heye.
Baweriya me bi azadiyekê heye ku ji aliyê Xwedê ve hatiye dayîn, ne ji aliyê hikûmeta Amerîka yan Sûriyeyê ve.
Li her welatekî ji sedî 90ê xelkê aştiyê dixwaze, bipêşketinê dixwaze.
Ew ji sedî 10 in ku çek di destê wan de ye û şerxwaz in ku pirsgirêkan ji bo hemûyan derdixin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse