Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda berê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Amy Holmesê hişyarî da desthilata nû ya Şamê û got, “Divê Şam zimanê xwe yê li hemberî HSDyê biguhere.”
Amy Holmesa her wiha got Şam nikare bi zorê herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kontrol bikin.
Amy Holmesa ku li Dibistana Bush wekî alîkara profesor dixebite û şêwirmenda berê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ye, Siwêda, Rojavayê Kurdistanê û peravên Sûriyeyê ziyatret kirin.
Amy Holmes di hevpeyvîna li gel Rûdawê de nêrînên xwe yên li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê anîn zimên û destnîşan kir ku desthilata nû ya Şamê şaşiyê dike eger bi zorê bi Kurdan re dan û standinê bike.
"Wan nekarî Siwêdayê bigirin"
Amy Holmesê bal kişand ser hevsengiya hêzê ya li ser erdê û got:
“Bi baweriya min Şam dixwaze dan û standin serkeftî bin, ji ber ku dizanin nikarin tevahiya bakur û rojhilat bi zorê bigirin.
Wan nekarî Siwêdayê bigirin ku dibe tenê ji sedî 5ê welat be, lewra nikarin ji sedî 30yê welat bigirin ku di bin kontrola HSDyê de ye.
Divê hikûmeta Şamê fêm bike ku pêwîst e van cudahiyan bi rêya dan û standinan çareser bike.”
Rexne li zimanê hikûmetê kir
Holmes rexne li şêwazê axaftina rayedarên hikûmetê ya derbarê HSDyê de girt û wiha axivî:
“Dema ku Berdevkê Wezareta Karên Navxwe tê û di hevpeyvîneke giştî de dibêje 'ew hêzên ku jê re dibêjin HSD', ev peyam nîşan dide ku hûn bi rastî wan wekî aliyekî rewa nabînin.
Ev yek di demekê de ye ku hûn danûstandinan bi wan re dikin. Ev hewleke ji bo têkdana pêgeha aliyekî din e û zererê dide dan û standinan.”
Bandora pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê
Şêwirmenda berê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê behsa girîngiya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û bandora wê ya li ser Sûriyeyê jî kir.
Li gorî Holmesê, pêvajoya aştiyê bûye sedem ku medyaya Tirkiyeyê belavkirina gotara tund a li dijî HSDyê rawestîne û ev her du mijar bi hev ve girêdayî ne.
Divê were gotin ku piştî rûxîna desthilata Esed, Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî navçeyên Durzî, Elewî û Kurdan kiribû û di encamê de bi hezaran kes hatibûn kuştin û birîndarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse