Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Almanyayê pabendiya welatê xwe ya wekî “dost û hevpeyman” nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Parastinê yê Almanyayê re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezîrê Alman pêbendiya welatê xwe ya ji bo piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê wekî 'dost û hevpeyman' nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa pêwendî û hevkariya hevbeş a Îraq û Herêma Kurdistanê ya li gel Almanyayê ya di warên leşkerî û ewlehiyê de hat kirin.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanîna xwe ji bo dirêjkirina erkê hêzên leşkerî yên Almanyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir.
Her wiha spasiya hevkariya Almanyayê û rola karîger a şêwirmendên wê ya di perwerde û rahênana bi Pêşmerge û piştgirîkirina pêvajoya reforman a li Wezareta Pêşmergeyan de kir.
Ji aliyê xwe ve, Wezîr Pistorius pêbendiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê wekî "dost û hevpeyman" nîşan da û tekezî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriyê û berdewamiya hevkariya hevbeş a ji bo rûbirûbûna terorê kir.
“Rewşa Sûriyeyê û pêşhatên herêmê” jî mijarên din ên civînê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse