Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Wezîra Hevkariya Aborî û Bipêşveçûnê ya Almanyayê Reem Alabali-Radovanê re civiya û got, “Em ji bo piştgiriya li xwişşk û birayên me yên Êzidî spasiya Almanyayê dikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de îro bi Wezîra Hevkariya Aborî û Bipêşveçûnê ya Almanyayê Reem Alabali-Radovanê re civiya.
Di civînê de behsa proje û hevkariyên Almanyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hat kirin û wan bi taybetî bal kişand ser mijarên avakirin, bipêşveçûna mirovî û piştgiriya reforman.
Spasiya Almanyayê kir
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo rola Almanyayê ya di alîkariya koçberan û başkirina binesaziya xizmetguzariyan de anî zimên.
Barzanî her wiha bi taybetî spasiya Almanyayê kir ku alîkarî û piştgiriya “xwişk û birayên Êzidî” kiriye.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser parastina mafên pêkhateyan û çanda pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê kiriye.
Reem Alabali-Radovanê jî diyar kiriye ku alîkariyên wan ên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dê berdewam bikin.
Radovanê pesnê hewldanên Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina mafên pêkhateyan û bipêşvebirina qadên cuda da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê li Almanyayê ye.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê salane bi beşdariya gelek serok û rayedarên payebilind ên welatan tê lidarxistin û derfetek e ji bo nîqaşkirina mijarên ewlehî, aramî û pirsgirêkên cîhanî.
Konferansa îsal di navbera 13 û 15ê Sibatê de tê lidarxistin.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Wezîra Federal a Almanyayê ya Hevkariya Aborî û Bipêşketinê Reem Alabali Radovanê re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 13, 2026
🛑 Nêçîrvan Barzanî jê re got: Em ji bo hevkariya wê û piştgiriya wê ya ji bo xwişk û birayên me yên Êzidî spasiya… pic.twitter.com/LDaIxbEO8C
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse