Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê di navbera şandeya hevbeş a Sûriyeyê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê de civîneke girîng pêk hat.
Di civînê de mijara sereke pêvajoyê entegrasyonê û mafên pêkhateyan bû.
Şandeya Sûriyeyê ya ku di nav de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Zweser Îlham Ehmed cih digirin, li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDyê, di hevdîtinê de behsa pêvajoya entegrasyonê û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hatiye kirin.
Di vê çarçoveyê de bi taybetî li ser mafên Kurd û Durziyan rawestiyane.
Her wiha girîngiya berdewamiya şerê li dijî DAIŞê jî yek ji mijarên sereke yên civînê bûye.
Peyama Trump: Dosyeya Sûriyeyê di pêşengiyê de ye
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di civînê de helwesta birêvebiriya nû ya Amerîkayê eşkere kir.
Rubio diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, dosyeya Sûriyeyê, temamkirina pêvajoya entegrasyonê, bicihanîna rêkeftinan û têkoşîna li dijî terorê di rêza yekem a karên xwe yên pêşî de dibîne.
Hat ragihandin ku dê hevdîtinên General Mezlûm Ebdî û şandeya pê re yên li Munîhê berdewam bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse