Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got “Bê guman, gotegotên ku firokeyên bêfirokvan yên Tirk li Donbassê hatine dîtin ji bo me ne cihê kêfxweşiyê ye.”
Rûsya di derbarê peydekirina firokeyên bêfirokvan ji bo Ukraynanê di du rojan de du hişyarî da Tirkiyê
Piştî Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Cîgirê Wezîrê Derve Sergey Ryabkov jî mijara firokeyên bê firokvan anî rojevê.
Sergey Ryabkov dibêje “Nûçeyên ku firokeyên bêfirokvan yên Tirk li Donbassê hatine dîtin ji bo me ne cihê kêfxweşiyê ye. Di derbarê wan nûçeyan de di hevdîtinên dualî de bi Tirkiyê re gotûbêj kirine.”
Di derbarê bikaranîna firokeyên bêfirokvan yên Tirkiyê ji aliyê Ukraynayê ve Ryabkov wiha got “Bi Tirkiyê re peywendiyên me yên normal yên piralî hene lê ne asan in. Hemû mijar di hevdîtinan de têne gotubêjkirin. Hinardekirina hemû berhemên Tirk, ji bo welatên din peydekirin, pirsgirêkeke ciddî ye. Hinek tiştan ji me distînin, hinek hilberînên xwe bixwe difroşin. Kontrolkirina hinardekirinê jî di nav de di derbarê vê de prosedurên eşkere hene, ev hemû tên gotûbêjkirin. Em pirsgirêkên wekhev bi rêyên xwe yên kanalên dualî nîqaş dikin û dinirxînin.”
Li aliyê din Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî bang li Tirkiyê kiribû û gotibû “xwe ji gavên ku meyla serbazî ya Hikûmeta Ukraynayê bihêz dikin, dûr bixin.”
Herwiha berê jî cigirê serokê komiteya ewlehiya netewî ya parlamentoya Ukraynayê Yuriy Misyagin ragihandibû ku firokeyeke bêfirokevan ya bi çek ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye çêkirin, di ser Donbassê de firiyaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse