Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got, “Em piştgiriyê didin biryara ku îro ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve hatiye dayîn, bi taybetî li ser mijara danîna çekan.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) doh (12ê Gulanê) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
Stephane Dujarric li ser vê biryarê got:
“Em piştgiriyê didin biryara ku îro ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve hatiye dayîn, bi taybetî li ser pirsa danîna çekan.”
Wî li ser mijara ku dê Neteweyên Yekbûyî tevlî pêvajoya “danîna çekan” bibe wiha got:
“Îro me raporên xwe dîtin dema dezgeheke ragihandinê got, em li ser radestkirina çekan kar dikin. Li gorî agahiyên min, ev ne rast e. Ez bawer dikim ev rapor hinekî ji rastiyê dûr bû.”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr ên li ser mijarê bersivandin:
Rûdaw: Zor spas Stephane ku te demê xwe da me
Stephane Dujarric: Spas xweş, ez kêfxweş im bi hevdîtina te.
Rûdaw: Zor spas. Pirsa yekem, helwesta Neteweyên Yekbûyî çi ye li ser îhtimala çekdanînê û diyaloga aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê?
Stephane Dujarric: Em piştgiriyê didin biryara ku îro ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve hatiye dayîn, bi taybetî li ser mijara danîna çekan. Em hêvî dikin ku ev destpêka çareserkirina gelek pirsên kevn ên têkildarî vê pevçûnê be ku PKK tê de bû.
Rûdaw: Pirsa duyem, civaka navneteweyî çawa dikare piştgiriyê bide pêvajoyeke aştî ya giştgir ku mafan ji bo hemû aliyan dabîn bike?
Stephane Dujarric: Divê em piştrast bin ku çi Neteweyên Yekbûyî be, eger were xwestin ku em beşdar bibin, yan jî civaka navneteweyî, hemû bi yek dengî kar bikin. Eşkere ye ku alî gihiştine lihevkirinê.
Ez bawer dikim di van salan de êşeke mezin hebûye, pêwîst e em piştrast bin ku em piştgiriyê didin pêvajoyeke aştiyane, pêvajoya çekdanînê, ji wê ku mafên her kesî li her devera cîhanê hatine misoger kirin ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatine diyarkirin.
Rûdaw: Pirsa sêyem, çi garantiyên navneteweyî dikarin werin pêşkêşkirin ji bo serkeftina pêvajoya çekdanînê û bidawîanîna pevçûna çekdarî di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de?
Stephane Dujarric: Ev pirsek e ku ez nikarim bersivê bidim. Em ne beşek bûn ji vê lihevkirinê, ji ber vê ez nikarim bibêjim çi garantî tê dayîn.
Tiştê ku ez dikarim bibêjim û ducare bikim ev e, ku civaka navneteweyî pêwîst e her tiştî bike ji bo alîkariya aliyan. Ji bo piştrast bûnê ku em venagerin paş, ku ev bi rastî destpêka çareserkirina gelek pirsên hilawîstî ye.
Rûdaw: Lê Neteweyên Yekbûyî çawa dikare beşdarî çavdêrîkirin û bicihanîna her pêvajoya çekdanînê ya hipotetîk bike?
Stephane Dujarric: Îro me raporên xwe dîtin dema dezgeheke ragihandinê got, em li ser radestkirina çekan kar dikin. Li gorî agahiyên min, ev ne rast e. Ez bawer dikim ev rapor hinekî ji rastiyê dûr bû. Em dê bibînin di pêşerojê de çi diqewime lê niha ku tu pirsê ji min dikî, ev ne tiştekî ye ku em bi rastî li ser kar dikin.
Rûdaw: Ez dikarim pirsa dawî ji te bikim, Sekreterê Giştî çawa li pirsa Kurd li Rojhilata Navîn dinêre?
Stephane Dujarric: Ez bawer dikim Sekreterê Giştî, bila bi rengekî din bibêjim, António Guterres, beriya ku bibe Sekreterê Giştî, Komîsyonera Bilind a Mafên Mirovan bû. Ji ber vê mijara Kurdan û Kurdistanê, pirsek e ku ew bi tevahî dizane.
Min di serdanekê de ji bo Kurdistana Îraqê hevalî pê re kir. Pirseke ku nêzîkî dilê wî ye, tiştê ku ew dixwaze bibîne ew e ku xelk bi aştî bijîn. Xelk li wî cihî ku hene bijîn, li wî cihî ku mafên wan heye bijîn û bên parastin. Ew jî dixwaze dawî li pevçûnan bê, em jî hêvîdar in ku ev gavek be bi aliyê rast ve, bi rastî em jî dizanin ku wisa ye.
Rûdaw: Eger pirsgirêka te tunebe, min pirseke din heye, îro di dema konferansa nîvrojê de te behs kir ku birêz Sekreterê Giştî serdana Îraqê dike û çend hevdîtinan bi berpirsên wir re dike. Gelo em dikarin çaverê bikin ku ew serdana Herêma Kurdistana Îraqê jî bike?
Stephane Dujarric: Na, ev serdan ne serdaneke dualî ye, ev serdanek e ji bo Îraqê ji ber ku Îraq mêvandariya Lûtkeya Komkara Dewletên Ereb dike. Ji ber vê her dema ku lûtkeyek li welatekî bê lidarxistin, ew jî bi serokên wî welatî re dicive, lewma ew dê hevdîtinên dualî bi berpirsên bilind ên Îraqê re bike lê ti planên rêwîtiyê li derveyî Bexdayê tune.
Rûdaw: Zor spas ji bo dema te.
Stephane Dujarric: Ez her tim kêfxweş im ku li Rûdawê me
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse