New York (Rûdaw) - Derbarên derbarê êrişên hêzên Sûriyeyê yên li hemberî Durziyan Berdevkê Skteretê NYyê Stephane Dujarric got, "Divê her netewe, kêmnetewe, kêmneteweyên olî, kêmneteweyên etnîkî yên li Sûriyeyê xwe ewle hîs bikin û ev jî berpirsiyariya rayedarên demkî ye."
Derbarê komkujiyên li Elewî û Durziyan yên li Sûriyeyê Dujarric wiha anî ziman, "Divê desthilatdarên demkî yên Şamê berpirsiyar in û divê ew pîvanên navneteweyî yên pejirandî bi cîh bînin."
Di van demên dawî de li taxên Ceremana, Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê û Siweyedê di navbera Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn derketin û gelek kes hatin kuştin û hinek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser şer û pevçûnên li Sûriyeyê pirsên nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin.
Rûdaw: Spas Stephane. Li ser Sûriyeyê du pirsên min hene. Ya yekem, gelo tu agahî li ser pevçûnên dawî yên li Sûriyeyê heye? Gelo pevçûn di bin kontrolê de ye?
Stephane Dujarric: Li gel min tu agahiyên operasyonê tune ne, ji ber ku em li cihê ku pevçûn li wir diqewimin nînin. Em van raporên medyayê dibînin û em bi awayên din agahdariyên din digirin. Û ev pir, dilgiraniyê çêdike ku ev pevçûn berdewam dikin. Wekî ku me gelek caran li vir gotiye, girîng e ku her yek ji neteweyan, kêmneteweyan, kêmneteweyên olî, kêmneteweyên etnîkî yên li Sûriyeyê, li welêt xwe ewle hîs bikin. Û ev jî berpirsiyariya rayedarên demkî ye ku vê meselê piştrast bikin.
Rûdaw: Pirsa duyemîn. Di du mehên dawî de, me du komkujiyên mezhebî dîtin. Du meh berê, me dît ku koma çekdar a girêdayî hikûmeta veguhêz nêzîkî 2,000 sivîl kuştin, û me hin dîmen dîtin ku şkence li mirovan, bi taybetî li sivîlan dikirin û ew şermezar dikirin. Niha em komkujiyek din li dijî Dirzuyan dibînin. Ji ber vê yekê pirs ev e, gelo ev yek Sekreterê Giştî metirsîdar dike? Yanî, komeke çekdar a bi vê şêveyê berpirsiyarê dewletekî ye?
Stephane Dujarric: Binêre, li Şamê desthilatdarên demkî hene ku dawî li desthilatdariya Serok Beşar Esed û malbata wî anîn. Ew niha bi awayekî demkî berpirsiyar in, û divê ew pîvanên navneteweyî yên pejirandî, bi taybetî di derbarê parastina sivîlan û sivîlên xwe bixwe bi cîh bînin.
Şer û pevçûnên li Sûriyeyê
Tomareke dengî ya ku tê de tê îdiakirin yek ji oldarên Durziyan heqaret li pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed kiriye belav bû.
Piştî belavbûna tomara dengî li taxên Ceremana, Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê û Siweydatê di navbera Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijar derketin.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di pevçûnan de bi kêmî 73 kes hatin kuştin.
Li Ceremanayê roja sêşemê û çarşemê 30 endamên hêzên ewlehiyê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, 15 kesên çekdar ên Durzî û sivîlek hatin kuştin.
Li parêzgeha Siweydayê jî roja çarşemê 27 kesên çekdar ên Durzî hatin kuştin, ji wan 23 kes li ser rêya Siweydayê ketin kemînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse