Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê, penaberekî Kurd ji ber deqên xwe û ji ber ku vegerandina wî ya welêt dê xeternak be, mafê rûniştinê wergirt.
Li gorî nûçeyeke medyaya Brîtanyayê, kesê mafê penaberiyê standiye diyar kiriye ku eger ew vegere Başûrê Kurdistanê, dê rastî metirsiya tundiyê ya ji aliyê malbata xwe ve were.
Li gorî îdiayan, ew penaberê Kurd ji ber deqên li ser laşê xwe rastî gefên malbata xwe hatiye.
Malbata wî deq (tattoo) wekî “li dijî dîn” nirxandine û ew îdia dike ku dema bav û apê wî deqên wî dîtine, gelekî hêrs bûne û gef li wî xwarine ku dê laşê wî bişewitînin.
Serlêdana penaberiyê ya wî kesî di destpêkê de ji aliyê rayedarên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ve hatibû redkirin.
Wezaretê biryar dabû ku ew penaber dikare li bajarekî din ê Başûrê Kurdistanê bijî.
Penaberê ku îtiraza biryarê kiriye, aniye zimên ku malbata wî xwedî têkiliyên nêzîk ên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ne û bi vê têkiliyê dikarin wî li her derê bibînin.
Li ser vê yekê, komîsyona penaberiyê ku dosya nirxandiye, daxwazname ji nû ve nirxandiye û mafê parastinê daye wî penaberî.
Di nirxandinan de hat diyarkirin ku ew penaber ji ber deqên xwe ji aliyê malbata xwe ve hatiye dûrxistin, rastî zextê hatiye û vegerandina wî ya bi darê zorê dikare bibe sedema gef û metirsiyên cidî.
Penaberê Kurd meha Çiriya Paşîn a 2023yan li Brîtanyayê serî li penaberiyê dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse