Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wan gelek derfet dane Îranê ji bo lihevkirinê lê wan sûd ji van derfetan wernegirtiye.
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku beriya her tişt têk biçe pêwîst e Tehranê peymanê qebûl bike.
Donald Trump ji ser hesabê xwe yê Truth Socialê li ser êrişa Îsraîlê got, "Min gelek derfet dan Îranê ji bo lihevkirinê. Bi bikaranîna peyvên tund min ji wan re got, ’peymanê bikin’ lê her çend min hewl da, her çend nêzîkbûn hebû, wan nikarî peymanê qebûl bikin.
Min ji wan re got, ‘rewş dê gelekî xirabtir bibe ji wê ya ku hûn dizanin, hûn li benda wê ne yan ji we re hatiye gotin.’
Amerîka çêtirîn û bihêztirîn amûrên leşkerî yên cîhanê çêdike, li cem Îsraîlê jî ew çek hene û dê bêhtir jî hebin. Ew dizanin çawa van çekan bikar bînin."
Serokê Amerîkayê di berdewamiya peyama xwe de jî amaje bi wê yekê kir ku hinek tundrewên Îranê gelekî mêrxasane diaxivîn lê wan nizanîbû çi dê biqewime. Niha, hemû mirin û rewş dê xirabtir bibe!
Ev gotinên Trump piştî wê hatin ku îro Îsraîl bi 200 balafirên şer êrişî hinek cihên Îranê kir.
Heta niha kuştina 3 fermandarên leşkerî û 6 zanyarên atomî yên Îranî hatine piştrastkirin.
Berpirsên Tehranê jî gefa bersivdana tund a êrişê dikin.
“Peymanê qebûl bikin”
Wezareta Karên Derve ya Îranê Amerîkayê bi hevahengiya Îsraîlê tawanbar dike.
Donald Trump bang li Îranê kir û got: "Gelek kuştin û wêrankarî qewimîne, hîn dem heye ji bo bidawîanîna vê kuştinê, berî ku her tişt û ya ku rojekê jê re digotin Împeratoriya Îranê ji nav biçe.
Na ji bo kuştina zêdetir, na ji bo wêrankariya zêdetir, tenê peymanê qebûl bikin niha, berî ku gelekî dereng bibe!"
Ji Nîsana 2025an ve Îran û Amerîka 5 caran dan û standinan ji bo peymanê li ser bernameya atomî ya Tehranê kirine lê ji ber israrkirina Amerîkayê li ser nehiştina dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê û israrkirina Tehranê jî li ser berdewamiyê li hevdû nekirin.
Ev bombebaran a Îsraîlê di demekê de ye ku biryar bû roja yekşemê li Mesqetê şeşemîn gera dan û standinên Amerîka û Îranê li ser bernameya atomî ya Tehranê bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse