Keştiya koçberan bin av bû: Herî kêm 20 kes mirin û gelek kes winda ne

13-08-2025
RÛDAW
Nîşan Keştî Îtalya Koçber Girava Lampedusayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li beravên Girava Lampedusayê ya Îtalyayê roja çarşemê keştiyeke ku nêzîkî 100 koçber tê de bûn, bin av bû.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest daye û gelek kes jî winda ne.

60 kes hatin rizgarkirin

Berdevkê UNHCRê yê Îtalyayê diyar kir ku nêzîkî 60 kesên hatine rizgarkirin û tîmên pêwendîdar ew veguhastine  navendeke li Lampedusayê.

Li gorî gotinên kesên rizgar bûne, dema keştî ji Lîbyayê bi rê ketiye di navbera 92 û 97 kesan de tê de hebûn.

Tîman heta niha termên 20 kesan dîtine û ji bo dîtina kesên winda ku tê texmînkirin di navbera 12 û 17 kesan de ne, xebatên lêgerînê didomîn.

Li gorî Euronewsê, Berdevkê UNHCRê Filippo Ungaro li ser bûyerê got ku ew “gelekî xemgîn” e.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, îsal li ser rêya xeternak a Deryaya Spî ji xeynî bûyera dawî, hejmara koçberên ku canê xwe ji dest daye gihiştiye 675an.

Rêya herî xeter

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), ji sala 2014an û vir ve rêya Deryaya Spî bi zêdetirî 25 hezar û 260 mirî û windayan bûye rêya koçberiyê ya herî xeternak a cîhanê.

Hat diyarkirin ku ji ber bûyerên ku nehatine tomarkirin, dibe ku hejmara rastîn zêdetir be.

Yek ji karesatên herî mezin ên koçberan a Deryaya Spî 3yê Çiriya Pêşîn a 2013yan qewimîbû.

Keştiyeke ku ji Lîbyayê bi rê ketibû, li nêzîkî Lampedusayê bin av bûbû û herî kêm 368 kes miribûn.

Salên dawî Yekîtiya Ewropayê polîtîkayên xwe yên koçberiyê tundtir kirine û hikûmeta Îtalyayê jî ji bo kêmkirina derbasbûna bi rêya deryayê yasa derxistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst