Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ku li Norwecê dijî, zêdetirî du mehan e ku winda ye û çarenivîsa wî nayê zanîn.
Navî wî ciwanî Ebdulhekîm Ehmed Hesen, 27 salî û xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Ebdulhekîm Ehmed Hesen li welatê Norwecê û li paytexta wê bajarê Oslo dima, lê ji roja 7ê Tebaxa îsal ve winda ye û ti agahî li ser wî nayê zanîn.
Malbata Ebdulhekîm Ehmed Hesen bi rêya Rûdawê banga alîkariyê dikin û daxwaz dikin, eger her kes û aliyekê zanyariyek li ser wî hebin, wan agahdar bikin.
Xezale Hesen, xwîşka Ebdulhekîm Ehmed Hesen bi rêya Rûdawê ragihand: “Birayê min ev demek e ku têkilya wî ligel me qut bûye. Li Norwêcê dimîne û ji 7ê meha 8 a sala 2022an ve birayê min ne xuya ye. Ez dengê xwe digihînin xêrxwazên li Norwêcê û hikûmeta Norwêcê û xelkên me yên Kurd ên li wan deran, ku alîkariyê bikin û ji me re li wî bigerin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse