Şêx Murşid Xeznewî qeza kir

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan Şêx Murşid Xeznewî Oslo Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alimê Kurd Dr. Şêx Murşid Maşûq Xeznewî û kurê wî Aşiq Murşid Xeznewî doh şev li Osloya paytexta Norweçê qeza kir.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê rewşa Şêx Murşid Xeznewî baş e lê kurê wî ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê hatiye razandin.

Şêx Murşid Xeznewî jî peyamek li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav kir û diyar kir ku rewşa wî û kurê wî baş e.

Şêx Murşid Xeznewî di peyama xwe de wiha gotiye:

“Spas ji bo Xwedê, me qezayeke mezin a trafîkê derbas kir.

Lê bi lutfa Xwedê û diasyên we em bê zerer derketin.

Em spasiya xwe ya dilsoz ji heval û hezkiriyên ku rewşa me pirsîn re dikin.

 Piştgiriya we di van demên dijwar de wekî melhemek bû. Xwedê we biparêze.”

Wekî tê zanîn Şêx Murşid Xeznewî di van demên dawiyê de ji bo yekîtiya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê gelekî hewl da û bi wê helwesta xwe di nav dilê Kurdan de cih girt.

Şêx Murşid Xeznewî wekî pêwîstiyekê dît ku hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yekhelwest û yekdeng bin da ku karibin bi hev re dawî li cudakariya li dijî gelê Kurd bînin û mafên Kurdan di Sûriyeya nû de bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst