Şerê navxweyî yê Sûdanê: 400 hezar kuştî û bêdengiya cîhanê

13-11-2025
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Sûdan Şere Navxweyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di şerê navxweyî yê Sûdanê de ku zêdetirî du sal in didome, nêzîkî 400 hezar kesî canê xwe ji dest daye.

Lê ne cîhana Îslamê û ne jî civaka navneteweyî bi têra xwe giringiyê didin vê trajediyê.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hewl dide bala cîhanê bikişîne ser vê karesatê û dixwaze ku şandina çekan a ji bo aliyên şer were rawestandin.

Neteweyên Yekbûyî doh li New Yorkê careke din hewl da ku balê bikişîne ser şerê navxweyî yê li Sûdanê.

Çalakvaneke alîkariya mirovî ku ji Xartuma paytext bi rêya vîdeokonferansê beşdar bû, wêraniya ku şer bi xwe re aniye ji rojnamegeran re vegot.

Bi hezaran zarok hatin kuştin

Birêvebirê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî Amy Pope ji Rûdawê re got:

“Yên ku direvin behsa tundiya berbelav û êrişên zayendî yên li dijî sivîlan dikin. Carinan mirov li cihê ku tên dîtin rasterast tên gulebarankirin.

Gelek ji wan dibêjin ku dema ji herêmên xwe derketine, li ser rê termên mirovan ên terkkirî dîtine."

Li gorî texmînan, hejmara miriyan gihiştiye 400 hezarî û bi hezaran ji wan zarok in.

Tevî vê yekê, cîhana Îslamê bi têra xwe bertek nîşanî vê pirsgirêkê nedaye.

Raporên medyayê eşkere dikin ku hinek welatên Îslamî piştgiriya aliyên cuda yên şer dikin û ev yek krîzê kûrtir dike.

Kî piştgiriya kê dike?

Wekî mînak, Tirkiye û Misir piştgiriya artêşa Sûdanê dikin lê Îmarat piştgiriya Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) dike.

Şer bi giranî ji ber pevçûna di navbera du serkirdeyên leşkerî de derket: Fermandarê Artêşê General Ebdulfettah Burhan û Serokê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) Mihemed Hemdan Dogoloyê ku wekî "Hemîdtî" tê naskirin.

Her du jî di serdema Omer Beşîr de fermandarên bi bandor bûn lê wan piştî rûxandina rejîma Beşîr a sala 2019an, li ser parvekirina desthilatê li hev nekir.

Neteweyên Yekbûyî li ser pirseke derbarê destwerdanên derve de bang kir ku hinartina çekan a bo Sûdanê were rawestandin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, "Divê sivîl werin parastin û pêdiviya me bi aştiyê heye. Pêdiviya Sûdanê bi zêdetir çekan nîne."

Cîhan çima guh nade şerê Sûdanê?

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û rayedarên payebilind ên Yekîtiya Afrîkayê diyar dikin ku civaka navneteweyî ji ber berjewendiyên jeostratejîk bi têra xwe guh nade şerên li Afrîkayê.

Guterres got, "Ev bi giranî bi berjewendiyên jeostratejîk ve girêdayî ye. Eşkere ye ku ev dubendî û berjewendiyên jeostratejîk zêdetir li ser Ukrayna û Rojhilata Navîn in."

Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Mûsa Fakî Mihemed jî got, "Pevçûnên li Afrîkayê di destpêkê de ji aliyê medyayê ve bi têra xwe nayên şopandin.

Piştre jî civaka navneteweyî bi têra xwe giringiyê nade wan. Dibe ku ev rewş bi berjewendiyên stratejîk ve girêdayî be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst