New York (Rûdaw) - Şerê Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê berdewam dike û li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî zarok mexdûrên sereke yên şer in.
Neteweyên Yekbûyî li ser encamên şerê navxweyî yê Sûdanê vîdeoyeke nû belav kir.
Vîdeo ziyareta berpirsê payebilind ê Neteweyên Yekbûyî Tom Fletcher a li herêma Darfûrê nîşan dide.
Di heman demê de, Amerîkayê krîza li Sûdanê wekî "krîza herî mezin a mirovî ya cîhanê" bi nav dike.
Berpirsê Kar û Barên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Tom Fletcherê ku herêm ziyaret kiriye rewşa li wir bi çavên xwe dît.
Tom Fletcher got, "Em li vir li Komayê li Darfûrê, gelekî nêzîkî El Faşirê ne ku bûye navenda nemirovane ya vî şerî."
"Ev krîzek e ku herî zêde zererê dide zarokan"
Tom Fletcher bi rêya vîdeokonferansê ji Sûdanê ji nûnerên Neteweyên Yekbûyî re diyar kir ku şerê navxweyî yê li wî welatî çi aniye serê zarokan.
Tom Fletcher behsa karesata mirovî ya Sûdanê kir û wiha pê de çû:
"Ev krîzek e ku herî zêde zererê dide zarokan. Li El Faşirê ji her pênc kesên ku hatine kuştin yek zarok e.
Min gelek zarok dîtin ku xwişk û birayên xwe yên biçûk hildigirtin da ku wan bigihînin cihekî ewle.....
Ez di nav komeke zarokan re derbas bûm ku li derve dilîst, ew dikeniyan û diaxivîn.
Min dît ku zarokekî formayê Manchester Cityê yê tîma futbolê ya Îngilistanê yê li xwe kiriye.
Min xwest ez tenê îşaretê bi logoya li ser formayê wî bikim lê ew zarok ji tirsan bi lez ji min dûr ket.
Ev zarok di nav gelek tiştên dijwar re derbas bûne."
Berpirsê Neteweyên Yekbûyî di bersiva pirsa Rûdawê de li xwe mikur hat ku di şerekî ew qasî aloz de zehmet e mirov hejmarên rast zanibe.
Tom Fletcher ji Rûdawê re got, "Bi baweriya min, ti kes nikare bi teqezî bêje ka çend kes hatine kuştin û çend kes koçber bûne.
Ez tenê dikarim bêjim ku hemû kesên li herêma Tewîlayê ez bi wan re axivîm, xizmekî xwe yê nêzîk ji dest dabû lewma diyar e ku hejmar gelekî zêde ye."
Amerîka: Li Sûdanê birçîbûn wekî çekê tê bikaranîn
Balyozê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz krîza Sûdanê wekî krîza herî mezin a cîhanê bi nav kir.
Mike Waltz got, "Li Sûdanê, di krîza herî mezin a mirovî ya cîhanê de birçîbûn wekî çekê tê bikaranîn.
Ez teqez dikim divê hemû alî, hemû alî rê bidin ku alîkariyên mirovî bi lez û bez bigihîjin seranserê Sûdanê."
Serokê Konseya Ewlehiyê: Cîhan Sûdanê ji bîr dike
Serokê Sierra Leone Julius Maada Bioyê ku di heman demê de Serokê Konseya Ewlehiyê ye, di bersiva Rûdawê de got ku şerên din ên wekî yê Xezeyê bûne sedem ku cîhan Sûdanê ji bîr bike.
Julius Maada Bio ji Rûdawê re wiha axivî:
"Dereng be, ji qet nebe çêtir e. Niha em eleqeyeke nû dibînin, dibe ku ji ber wê yekê be ku çek li Xezeyê bê deng dibin.
Zêdetirî 12 milyon koçberên navxweyî û çûna nêzîkî 4 milyon kesan ji bo welatên cîran nîşan dide ku ev yek ne tenê ji bo Sûdanê, belkî ji bo welatên cîran jî pirsgirêkan çêdike."
Berpirsê Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re ragihand ku wî vê hefteyê bi berpirsên her du aliyên şer re, ango koma çekdar a Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Artêşa Sûdanê re gotûbêj kiriye da ku rê bidin alîkarî bigihîje xelkê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse