MSD: Garantî hene ku Tirkiye dê entegrasyona HSD û artêşê hêsan bike

13-11-2025
Besam Îshaq / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Besam Îshaq / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HSD Sûriye Tirkiye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Washingtonê Besam Îshaq da zanîn, “Garantî hene ku Tirkiye dê entegrasyona HSD û artêşê hêsan bike.”

Besam Îshaq bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Cafer Mubeşirniya yên li ser rojevê bersivandin.

Wî çûna Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer a Koşka Spî bi rengê "dîrokî" bi nav kir û amaje bi wê yekê kir ku rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de mijareke sereke ya gotûbêjan bûye.

Besam Îshaq her wiha bal kişand ser girîngiya hevkariya Tirkiyeyê ya ji bo çareserkirina rewşa li bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Nûnerê MSDyê diyar kir ku mijara rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de di civîna di navbera Trump û Şer de "bi xurtî amade bû" û got:

"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di van civînan de ji aliyê nîqaşê ve xwedî hebûneke xurt bûn."

Lihevkirina herêmî û rola Tirkiyeyê

Besam Îshaq got ku amadebûna Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di civînê de ji ber nîqaşkirina rewşa li bakurrojhilatê Sûriyeyê bû û bi armanca gihîştina lihevkirineke herêmî li ser tiştên ku di navbera Serok Trump û Ehmed Şer de li ser hatine lihevkirin bû.

Wî diyar kir ku ev hevdîtina li Washingtonê erênî dîtiye çimkî "ji bo derbaskirina dudiliya Şamê ya derbarê pêkanîna peymanan a ku di paşerojê de derdiket derfetek e."

Besam Îshaq amaje bi wê yekê kir ku heta vêga gelek caran ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve derengî û bipaşxistin çêbûye û ev yek bi destwerdana Tirkiyeyê ve dihat girêdan.

Wî got ku ew niha ji pêkhatina vê civînê li Washingtonê bi amadebûna Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan razî ne.

Pêwîstî bi garantorekî sêyem heye

Besam Îshaq got ku ew tercîh dikin "aliyekî sêyem bibe garantorê pêvajoya yekxistina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û artêşa Sûriyeyê de" û ku Amerîka yan jî her dewleta din a ku karibe bibe sponserê vê pêvajoyê, jêhatî ye û Amerîka bi taybetî ji bo vê yekê guncav e.

Yekxistina hêzan û garantiyên Amerîkayê

Wî da zanîn ku piştgiriya îstiqrara li Sûriyeyê bi rêya piştrastkirina "yekxistineke hêsan a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û artêşa Sûriyeyê de" pêk tê û amaje bi wê yekê kir ku sedema derengketina heta niha "destwerdana Tirkiyeyê" bû.

Wî got ku ew niha piştî civîna li Washingtonê ya di navbera Serok Trump û Şer de û bi amadebûna Hakan Fîdan, garantî hene ku "Tirkiye dê roleke erênî di hêsankirina pêvajoya yekxistina di navbera her du aliyan de bilîze."

Nenavendîtî û hêviyên ji bo paşerojê

Besam Îsqah her wiha amaje bi wê yekê kir ku daxuyaniyên berê yên Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hene ku teqez dikin "Nenavendîtiya îdarî ji nêrîna wan ve qebûlkirî ye" û got:

"Şêweyê nenavendîtiyê dê bi rêya dan û standinên di navbera Sûriyeyiyan de li ser lihevkirinê bê kirin.

Gelê Sûriyeyê ji şer û pevçûnan westiyaye û amade ye bi hev re ji bo pêkanîna îstiqrar û aştiya ku her kes dixwaze hevkariyê bike."

Geşbîniya ji daxuyaniyên Trump

Wî diyar kir ku her çend hûrgiliyên civînan nizanibin jî ew ji daxuyaniyên Serok Trump ên derbarê civînan de hest bi bandoreke erênî dikin û biland:

"Daxuyaniyên Serok Trump nîşan didin ku Tirkiye dê bi awayekî berfirehtir bi hikûmeta Şamê re ji bo pêşxistina pêvajoya yekxistina di navbera her du aliyan de hevkariyê bike."

Besam Îshaq di dawiya axaftina xwe de got ku di dema niha de têkiliya leşkerî ya rasterast di navbera aliyan de nîne lê diyalog bi rêya navbeynkarên wekî Amerîkayê berdewam dike.

Wî destnîşan kir ku diyaloga navneteweyî ji bo "nêzîkkirina nêrînan a ji bo gihîştina Sûriyeyeke bi îstiqrar" pêwîst e û divê Tirkiye jî bibe beşek ji vê diyalogê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst