Çima Greenland ji bo cîhanê ‘xezîne’ ye?

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Greenland Danîmarka Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Greenlanda girava cemserî ya ku girêdayî Danîmarkayê ye,  ji aliyê stratejîk ve xwedî girîngiyeke mezin e.

Greenland ku girava herî mezin a cîhanê ye, ne tenê axekeke spî û bi berfê nixumandî ye.

Ev girav xwedî yek ji rezervên çavkaniyên xwezayî yên herî mezin ên cîhanê ye,  ji petrol û gazê bigire heta madenên kêmpeyda (rare earth minerals) ku ji bo çêkirina batarya û teknolojiya kesk girîng in.

Li gorî lêkolînan, yek ji embarên herî mezin ên madeyên kêmpeyda di bin qeşaya vê giravê de ne ku ji bo pîşesaziya batarya û amûrên elektrîkê gelekî girîng in.

Her ji ber vê yekê ye ku çavê welatên wekî Amerîka û Danîmarkayê li ser e.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) texmîn dike ku li bakurrojhilatê Greenlandê nêzîkî 31 milyar bermîl petrol û gaz heye.

Sir di bin qeşayê de ye

Tiştê ku Greenlandê cuda dike ew e ku ji sedî 80yê axa wê bi qeşayê hatiye nixumandin.

Rûbera wê ya rût (bê qeşa) du qatî Brîtanyayê ye lê dîsa jî dike kêmtirî pênc ji yeka rûbera giravê.

Ango "xezîneya mezin" hîn di bin qeşayê de veşartî ye.

Jeolojiyeke kêmpeyda”

Mamosteyê Zanîngeha Londonê Jeolog Jonathan Paul dibêje, dîroka axa Greenlandê vedigere 4 milyar sal berê û hinek ji kevirên herî kevn ên cîhanê li wir in.

Li gorî wî jeologî, Greenland gelekî taybet e ji ber ku her sê bûyerên mezin ên cîhanê li wir qewimîne:

  • Çêbûna çiyayan (zêr û yaqût tê de çêdibin)
  • Veqetîna parzemînan (petrol û gaz tê de çêdibin)
  • Çalakiya volkanîk (kanzayên kêmpeyda tê de çêdibin)

Kanzayên paşerojê

Greenland çavkaniyeke dewlemend a grafîtê ye ku ji bo bataryayên otomobîlên elektrîkê gelekî pêwîst e lê hîn wekî Çîn û Koreya Başûr derxistina wê nehatiye kirin.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku ev girav bikare ji sedî 25ê pêdiviya cîhanê ya hinek madeyên wekî neodyumê dabîn bike.

Ev made ji bo çêkirina turbînên bayê û motorên otomobîlên elektrîkê roleke sereke dilîzin.

Pirsgirêka jîngehê û derfeta aborî

Helîna berfa Greenlandê ya ji ber guherîna avhewayê bûye pirsgirêkeke cîhanî lê ji bo kompanyayan derfetek e.

Ji sala 1995an ve rûbereke bi qasî welatê Albanyayê ji qeşaya Greenlandê heliyaye.

Vê yekê derxistina madenan hêsantir kiriye lê pirseke mezin derxistiye holê, gelo ji bo hilberîna enerjiya paqij divê dest bi derxistina van madenan were kirin an ev kar dê xwezaya Greenlandê wêran bike û asta avê bilindtir bike?

Ji bo niha, hikûmeta Greenlandê yasayên tund hene ji bo rêgirtina li têkdana jîngehê lê ji ber girîngiya madeyan a ji bo cîhanê û daxwaza Amerîkayê ya ji bo wan, zextên ji bo derxistinê zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst