Serokwezîrê Holendayê: Em dê piştgiriya ji bo aramiya Herêma Kurdistanê bidomînin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Dick Schoof Holenda Herêma Kurdistanê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî li ser hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Holendayê re got, “Me li ser bihêzkirina hevahengiya dualî gotûbêj kir.”

Serokwezîrê Holendayê jî tekez kir ku welatê wî “bi giringî li pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya bernameya xwe ya li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Serokwezîr Dick Schoof û Wezîrê Parastinê yê Holendayê Ruben Brekelmans re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir:

Nêçîrvan Barzanî got “Ez bi hevdîtina Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof kêfxweş bûm.

Me li ser bihêzkirina hevahengiya dualî gotûbêj kir û me nêrînên xwe yên li ser pêşhatên herêmî parve kirin.”

Pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Holendayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û berdewamiya alîkariyên wî welatî yên di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya wê ya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê spasiya Holendayê kir.

Li gorî daxuyaniyê, şandeya Holendayê jî tekez kir, "Welatê wan bi giringî li pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre û dê piştgiriya aramî û bipêşxistina herêmê bidomîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst