Blinken: Me li gel Mesrûr Barzanî behsa yekrêziya Kurdan kir

14-03-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Antony Blinken Wezîrê Derve yê Amerîkayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Hewlêr Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê behsa naveroka peywendiya telefonî ya li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û got, “Me behsa yekrêziya Kurdan kir.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişa Supaya Pasdaran a bo ser Hewlêrê de peywendiyeke telefonî encam dabûn.

Antony Blinken li ser naveroka wê peywendiya telefonî dibêje, “Min piştgiriya xwe ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbirî û êrişa Îranê (bo ser Hewlêrê) şermezar kir ku binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Me (li gel Mesrûr Barzanî) behsa yekrêzî û yekgirtina Kurdan û pêwîstiya pêkanîna hikûmetekê kir ku Iraqiyan û axa wan biparêze.”

 

Êrişa li ser Hewlêrê û karvedanên wê

Roja 13ê vê mehê derdora demjimêr 01.00ê şevê, bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişa mûşekî ya şevê din a li ser Hewlêrê li xwe girt.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyonîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw duh di kongreyeke rojnamevanî de li ser pirsa Rûdawê tekez kir, ti binke û cihên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê tune ne.

Lijneyeke lêkolînê tê avakirin

Serok Mesûd Barzanî û Muqteda Sedir duh di peywendiyeke telefonî de êrişa li ser Hewlêrê gotûbêj kirin û biryar dan li ser îddîayên “hebûna binke û baregehên Îsraîlê li Hewlêrê” lijneyeke lêkolînê bê avakirin bo ku rastiyan derxe holê.

Li aliyê din Supaya Pasdaran hefteya derbasbûyî kuştina du efserên xwe yên pilebilind li Sûriyê ragihandibû û gotibû ew piledar di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin û gefa tolhildanê xwaribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst